Li dijî dagirkeriyê, destana Berxwedana Serdemê hate hûnandin

Di 20'ê Çileya 2018'an de gavên destpêkê ji bo pêkanîna planên wan hêzan hatin avêtin. Wê rojê dewleta Tirk bi balafirên şer bombardûman li seranserê Efrînê kir. Li hemberî wan êrîşan jî gel û şervanên Efrînê destana Berxwedana Serdemê hûnandin.

Beriya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê dest pê bikin bi çend rojan, Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê gefên dagirkeriyê li Efrînê dixwar. Eşkere dikir ku ji bo vê yekê bi hêzên navdewletî re li hev kiriye. Efrîn li Sûriyeyê herêma herî bi ewle bû, mirovên ji herêmên din dema ji ber sûcên şer ji herêmên xwe derdiketin her tim dixwestin berê xwe bidin Efrînê. Efrîn bi sîstema rêveberiya xweser dihate birêvebirin û her kesî karîbû bi reng û zimanê xwe lê bima.

Lê ew sîstema ku li Efrîn dihate meşandin ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû avakirin, ne li gorî berjewendiya hêzên navdewletî bû. Armanca destpêkê ya ji dagirkirina Efrînê jî têkbirina wê sîstemê bû. Di civîna wan a sê alî de eşkere bû ku Rûsyayê bi dewleta Tirk re li hev kiriye, qada hewayî jê re vekiriye û hêzên xwe yên li herêmê ber bi Til Rifetê ve vekişandiye.

Di 20'ê Çileya 2018'an de gavên destpêkê ji bo pêkanîna planên wan hêzan hatin avêtin. Wê rojê dewleta Tirk bi balafirên şer bombardûman li seranserê Efrînê kir. Li hemberî wan êrîşan jî gel û şervanên Efrînê destana Berxwedana Serdemê hûnandin.

Şahidên wê demê ji ANF'ê re qala kêliyên destpê kirin. Endama Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê û Şehbayê Muşîre Menle Reşîd têkildarî mijarê got, "Di 20'ê Çileya 2018'an de dema ku dewleta Tirk dest bi êrîşên ji bo dagirkirinê kir, saziyên navneteweyî bêdeng man. Ji aliyê erdnîgariyê ve Efrîn qadeke stratejîk e. Ji ber berjewendiyan, destê hêzên navneteweyî di vê êrîşê de hebû. Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Efrînê re xwest herêmên din ên dagir kiriye bigihîne hev. Bi vî rengî jî qadeke berfireh ji çeteyên xwe re ava bike ku karibe bi hêsanî tevbigerin. Armanca êrîşên dewleta Tirk ew bû ku projeya biratiya gelan a ku bi felsefeya Rêber Apo li Efrînê hate avakirin, têk bibe. Li aliyê din, li civînên sêalî yên ji Sochi û Astanayê, amadekariyên nû ji bo sedsalê hatin destpêkirin. Lewma di nava çend salên dawî de li ser esasên berjewendiyan, dijminatiya xwe danîn aliyekî û van hersê hêzan li hev kirin."

Yek ji şahidên wê pêvajoyê Cafer Cafo bû ku hingî nûçegihanî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re dikir. Cafer Cafo jî got, "Di 20'ê Çileya 2018'an de saet 04:00 dema em li ser kar bûn, dengek hat. Beriya wê, dewleta Tirk ji bo êrîşê gef dixwar, lê ne li bendê bû ku dewleteke li nava NATO'yê di vê astê de êrîşî sivîlan bike, bi taybetî jî êrîşî herêma Efrînê bike ku gelek koçberên ji herêmên cuda lê bûn. Wê rojê bi dehan balafir li ser ezmanên Efrînê digeriyan û li seranserê Efrînê jî topbaran li qadên sivîlan dihate kirin. Dema me ew kêlî dişopandin me dît ku gel, hemû ji bo zarok û kal û ciwanên xwe ketine tevgerê. Bi taybetî jî di dema şopandina kêliyên Berxwdana Serdemê de me didît ku topbaran û komkujî li ser gelê sivîl tê kirin. Lê berxwedana ku di 58 rojan de hatiye kirin û belge û dosyeyên van êrîş û komkujiyan me hewl dida ku derbixin, ji cîhanê re nîşan bidin. Lê belê herkes li hemberî wê bê deng bû."