Şêniyên Efrînê li ber dagirkeriyê rabûn: Efrîn a me ye, em ê wê rizgar bikin

Şêniyên Efrînê ku 5 sal in li Şehbayê li kêleka Efrînê ji bo warê xwe têdikoşe, di salvegera 5'an a dagirkeriya dewleta Tirk de bi rengekî girseyî meşiyan û gotin, "Efrîn a me ye, em ê wê rizgar bikin."

Di destekî de şaxê zeytûnê, di destê din de jî wêneyê cangoriyan. Xelkê Efrînê bi van herdu sembolên Efrînê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê meşiya.

Şêniyên Efrînê ku 5 sal in li Şehbayê ye, ji warê xwe Efrînê dûr nakeve û ji bo vegera li Efrînê her roj, her kêliyê li ber xwe dide, îro bi rengekî girseyî daketin qadan.

Efrîniyên ku li çarxerêya navçeya Til Rifetê li hev kom bûn, heta qada navçeyê bi dirûşmên ji bo rizgarkirina Efrînê meşiyan.

Piştre jî mîtîngek hate lidarxistin û li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, ji rêveberiya Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Menal Şêxo daxuyanî da.

Menal Şêxo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir ku beriya 5 salan destpê kir û got, "Efrîn a ku bi aştî û ewlehiyê dihate naskirin, dewleta Tirk bi 72 balafiran veguherand qada şer."

Menal Şêxo got, "Efrîn a me ye û wê ji me re bimîne. Em ê bi ruhê berxwedana xwe ya li Şehbayê, rizgarkirina Efrînê misoger bikin, em ê vegerin ser cih û warê xwe."

Ji Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Bekir Elo jî diyar kir, ku dagirker çiqasî hewl bidin guhertina demografîk li Efrînê çêbikin jî wê bi ser nekevin.

Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.