Wîded Mihemed (60) a ji gundê Xozyono ya navçeya Cindirêsê ya Efrînêye ku niha li gundê Tilqirah a Şehbayê li koçberiyê ye, ev 43 sal in karê dirûntinê dike. Wîded Mihemed têkîldarî karê xwe yê dirûtinê ji ajansa me re axivî.
Wîded diyar dike ku ew ji bo debara xwe û malbata xwe bike vî karî dike û wiha qala hezkirina xwe ya li hemberî karê dirûtinê dike: "Karê dirûtinê ji bo min hezkirineke mezin e. Ez hêdî hêdî fêrî dirûtinê bûm û bi demê re di karê xwe de pispor bûm.”
‘EZ BI SAYA BAVÊ XWE FÊRÎ KARÊ DIRÛTINÊ BÛM’
Wîded anî ziman ku ev bi saya bavê xwe fêrî dirûntinê bûye û wiha got: “Di destpêkê de bavê min qumaş anî malê û ji min re got çêbike, ger tu baş çênekî jî tişt nabe em ê dîsa bikarbînin. Bavê min bi vê gotina xwe ji bo pêşketina min piştevaniyekî mezin da.”
Wîded bilêv kir ku ew bi demê re perwerdeyê dirûtinê daye û wiha anî ziman: “Piştî ku ez dirûtinê de pêş ketim, hemû cîran û kesên derdor ji bo ku ez cilên wan bidûrim dihatin gel min. Her wiha min bi demê re karê dirûtinê fêrî keçikên biçûk û kesên dixwestin, dam. Her car min 5 kes fêr, dirûtinê dikir.”
Wîded di dewama axaftina xwe de qala naskirina xwe ya heval Sakîne Cansiz re anî ziman û got: “Di salên 1986'an de min bihîst ku rêxistinek bi navê PKK'ê heye, hêdî hêdî li Efrînê bi rêya mala Xelîlê Şêtana min tevger nas kir. Yekem kesê ku min di nav rêxistinê de naskirî heval Sakîne Cansiz bû. Nêzî 6 mehan heval Sakîne li gel me ma, dema ku mêvan an jî xelkên derdor dihatin gel min, ji bo xeterî li ser ewlekariya heval Sakîne çênebe min digot ku ew yek ji keçikên ku li gel min karê dirûtinê dibin e.”
Wîded di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dema ku ew ji Efrînê derketine hemû makîneyên dirûtinê li wê derê mane û wiha got: “Bi rastî jî pir biêşe ku welat û malên mirov li pêş çavên me diçin. Lê em ji bo ku di dagirkeriyê de nejin, me berê xwe da Şehbayê.”
‘PÊWÎSTE KURD JÎ WEKE ZICÊFAN LI PEY HEV BIN’
Wîded Mihemed qala cilên Kurdî yên Efrînê kir û got: “Fîstana Kurmancikî ya Efrînê, navdar e. Piraniya jinên Efîrnê vê fîstanê li xwe dikin. Her wiha dîrokeke vê fîstanê jî vedigere hezar salan. Li pêşiya fîstanê zincêf an jî çirtik hene ew zicêf li pey hev tên dirûtin da ku hevdu bigirin. Dapîr û dayîkên me digotin, pêwîste Kurd jî weke wan zicêfan li pey hev bin û hevdu bigirin."
Wîded anî ziman ku piştî ew hatiye Şehbayê careke din dikanek ji bo dirûtinê vekiriye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê nahêlin ku qumaş û pêdiviyên dirûtinê derbasî Şehbayê bibe. Lewma em astengiyên cidî dijîn. Lê ev astengî û zehmetiyên ku em dijîn ji bo vegera bi rûmet ya li Efrînê ye."