Artêşa Tirk bombardûman li gundên Şêra û Şêrawayê kir

Pênc sal in dewleta Tirk a qirker êrişê dibe ser Efrînê. Artêşa dewleta Tirk serê vê sibehê jî bombe li gundên navçeyên Şera û Şêrawayê barand. Li Efrîn a dagirkirî jî teqînek çêbû û 2 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, artêşa dewleta Tirk a dagirker serê vê sibehê topbaran li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir.

Hate ragihandin ku heta niha nêzî 24 top li gundê ketin.

Artêşa dagirker her wiha gundên Irşadiyê, Meranazê, Şewarxa û Malkiyê yên navçeya Şera yên Efrînê topbaran kir.

Tê gotin ku 50 top li van gundan ketine.

LI BENDA KONTROLÊ YA ÇETEYAN TEQÎN: 2 ÇETE MIRIN

Di vê navberê de li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li benda kontrolê ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ya li deriyê Xezawiyê yê navçeya Şêrawayê teqîneke mezin çêbû.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.