Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand
Rêxistina Îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) li gundê Kefer Zitê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî, ji şêniyên herêmê Ednan Ebdo revand.
Rêxistina Îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) li gundê Kefer Zitê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî, ji şêniyên herêmê Ednan Ebdo revand.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê ku navê ′Polîsên Sivîl′ li xwe kirine, bi ser gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê girt û welatiyê bi navê Ednan Ebdo (39) revand.
Li gorî çavkaniyan MÎT′ê û çeteyan bi dehan erebeyên leşkerî yên doçka li ser bi ser gundê Kefer Zîtê de girt, da ku ciwanên gund bigirin. Her wiha piranî ciwan ji gund revîn.
Her wiha çavkaniyan eşkere kir ku MÎT'ê û çeteyan navên ciwanên ji gund revîne li ser bendên kontrolê yên li Efrîna dagirkirî belav kirin.
Piranî şêniyên gundê Kefer Zîtê Êzidî ne.