Ji bo Şehîd Xebat Dêrik merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji bo Şehîd Xebat Dêrik li Girkê Legê û Dêrikê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Meclisa Malbetên Şehîdan a navçeya Dêrikê ji bo bîranîna Şehîd Xebat Dêrik li Stada Kornîş a li navçeyê bi amadebûna bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl û jinan, merasîmek li dar xist. 

Di merasîmê de birayê şehîd Xebat Dêrik, Hisên Remedan axivî û got: "Şehîd Xebat, ji bo azadiya gelê Kurd û pêkanîna edaletê têkoşiya."

Remedan got: "Em weke malbata şehîd soz didin ku em ê meşa li ser rêya wî dewam bikin, hemû zehmetiyan derbas bikin û armancên şehîdan pêk bînin."

Remedan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êrîş û planên dijmin ên li ser gelê herêmê zêde dibin, lewma ew ê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk têkoşîna xwe bilind bikin û got: “Ji ber ku ji îradeya şervan û berxwedêrên me ditirsin, ji ber vê yekê her tim hewl didin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin."

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif jî got: "Şehîd Xebat Dêrik ruhê girêdana gel bi axê û parastina wê re ava kir. Rêgeza berxwedanê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê afirand û bi saya têkoşîna wî, hevrêyên wî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtin, yekitî û vîna gelan ji her kesî re bûye mînak û hemû planên dagirkeriyê hatin têkbirin."

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.