Tecrîd û dagirkerî li Minbic û Dêrazorê hat protestokirin
Li Minbic û Dêrazorê bi meş û mîtîngê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin û hat xwestin ku CPT derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyê bide.
Li Minbic û Dêrazorê bi meş û mîtîngê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin û hat xwestin ku CPT derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyê bide.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbic û gundewarên wê xwepêşandanek li dar xist û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, her wiha ji CPT'ê xwest ku rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan eşkere bike.
Şênî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn û wêneyên Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Xwepêşandan ji çerxerêya El Mîzan destpê kir û ber bi stada 4 Nîsanê ve dewam kir. li pêşiya stadê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbic û gundewarên wê Salih Cefal axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadî û hêviyê xêz kir, lê belê dewleta Tirk tecrîdê li ser ferz dike.
Cefal da zanîn ku divê şêniyên Minbic û gundewarên wê xwedî helwestekê bin û bibin yek heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dest bixin û wiha domand: “Divê CPT û tevahî rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin, yekser rewşa tenduristiyê ya Rêbertî eşkere bikin.”
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û “Em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.
DÊRAZOR
Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê xwepêşandanek li bajarokê El Cezra li dar xist û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir.
Şêniyên bajarokê El Cezra û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê tevlî çalakiyê bûn.
Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan destpê kir û ber bi çerxerêya bajarokê El Cezra ve dewam kir û xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Erdoganê terorîst” û alên QSD’ê hildan.
Xwepêşandan li çerxerêya bajarokê El Cezra rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojava Rehma El Nasir daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku aramî û ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk têk bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li cîhanê hat kirin ku helwesteke zelal nîşan bide û tecrîda ne rewa û nemirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake.