Êrîşên li ser Efrîn û Hesekê hatin protestokirin

Ji ber salvegera êrîşa DAÎŞ’ê ya bi ser Girtîgeha Sînaayê bi piştgiriya dewleta Tirk û salvegera pêncemîn a êrîşên bi ser Efrînê, gel li Hesekê, Tebqa û Reqayê daket qadan.

Şêniyên Kantona Hesekê şehîdên pêngava “Gurzê Gelan" bi bîr anîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kirin. Çalakiya protestoyî li nêzê girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê bi beşdariya bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî li dar ket. Beşdaran, wêneyên 121 şehîdên pêngavê hildan.

Di serî de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed destnîşan kir ku êrîşa li dijî girtîgeha Sînaayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi armanca pêkanîna komkujiyan li dijî gelê herêmê hatiye plankirin.

Rojda got ku bi saya hevgirtina gelê herêmê bi hêzên leşkerî re, plana dewleta Tirk bi bin ketiye û banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Piştre, hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û got: "Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê û têkbirina wan serkeftineke mezin bû. Kes nikare îradeya me têk bibe, em ê her tiştî jî ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe feda bikin."

Çalakî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.