Li dijî êrîşên dewleta Tirk, li Hesekê meş hat lidarxistin
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Hesekê meşek hat lidarxistin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Hesekê meşek hat lidarxistin.
Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya bajarê Hesekê destpê kir. Ciwanan alên Partiya Sûriya Pêşerojê, pankartên bi nivîsên "Bi ruhê şehîdên xwe û şehîdên Parîsê em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin, destkeftiyên xwe biparêzin, Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin" û "Bi ruhê têkoşîna Sara û Evînan em ê azadiya jinan mîsoger bikin" hildan û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana QSDʹê berz kirin.
Meş li ber avahiya Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a bajarê Hesekê veguherî mîtîngê. Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fereh Salim daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyên herêmê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Fereh El Salim anî ziman ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, di nava bêdengiya navneteweyî de sûcên şer li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê helwesta xwe û kombûna xwe li derdora QSD’ê tekez dikin û bi hemû hêza xwe amade ne destkeftiyên gelê xwe yên ku bi saya xwîna pak a şehîdan bi dest xistine, gelê xwe biparêzin."
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.