Li Tebqayê dest bi çêkirina îstasyoneke avê ya nû hat kirin

Yekîtiya Avê ya Tebqayê, ji bo peydekirina avê ji gundên li bakurê Tebqayê re û sivikkirina barê îstasyonên Siwêdiyê û Ceiberê, dest bi çêkirina xet û îstasyona avê ya vexwarinê hat kirin.

Yekîtiya Avê ya Tebqayê, di çarçoveya bipêşvebirina binesaziyê û başkirina rewşa xizmetê li herêmê, îstasyoneke ava vexwarinê ya nû çêdike ku wê xizmetê bide 5 gundên li bakurê Tebqayê.

Hevserokê Yekîtiya Avê ya Tebqayê Hemûd Şêx diyar kir ku armanca bi projeyê, sivikkirina barê îstasyonê Ceiber û Siwêdiyê ye û da zanîn ku wê ava vexwarinê bibin gundên Siwêdiya Biçûk, El Bo Xemîs, El Bocî, Mezreya El Wefa-Tenoza ku wê 5 hezar kes sûdê jê werbigirin.

Şêx got ku dirêjiya xetê heta bi gundê Siwêdiyê Biçûk e û 3 hezar metre ye.