MSD:Dewleta Tirk her roj li Efrînê sûcan dike
MSD’ê li hemberî dagirkeriya li Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk her roj sûcên revandin, qetilkirin, desteserkirin û talanê dike.
MSD’ê li hemberî dagirkeriya li Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk her roj sûcên revandin, qetilkirin, desteserkirin û talanê dike.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 5′an a destpêkirina dagirkeriya li ser Efrînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Îro 5 sal di ser destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û gundewarên wê re derbas dibe. Armanca van êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Ji dema dagirkirina Efrînê ve herêm di tevahî aliyan de di rewşeke trajedîk de ye. Her roj li bajar û gundewarên wê şerê koman heye û bi awayekî eşkere, bê hesab sûcan li dijî şêniyên resen pêk tînin.
Li bajêr rojane rewşên revandin, sûcên qetilkirin, desteserkirina mal û milkan û talankirina malan heye. Ji wê zêdetir jî şêniyên resen di girtîgehan de bêyî tu sûcî tên êşkencekirin. Ew hemû li siyasetên Tirkkirinê yên li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê zêde dibin. Dewleta Tirk zimanê Tirkî, pereyê xwe ferz kir, navên kolan, qadên giştî û dibistanan guhert.
Di heman demê de li Şehbayê jî bi hezaran şênî vegera li Efrînê û li kampan di şertên dijwar de dijîn.
Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku lêpirsînên serbixwe yên sûc û kiryarên rojane ku rejîma Tirkiyeyê pêk tînin, bikin.
Em bang Ii tevahî hêzên demokrat ên li Sûriyeyê dikin ku ji bo bidawîkirina dagirkerina Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê hevkar bin, komên selefî, cîhadîst û çeteyan derxin, darizînin û dewleta Tirk weke dewleteke dagirker ragihînin.”