Dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate protestokirin

Dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 5’an de hat protestokirin û peyama “Em ê dawî li dagirkeriyê bînin” hat dayîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên saziyan ji bo protestokirina dagirkirina Efrînê, meşiyan. Meş li ber navenda tevgerê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi parka Efrînê ya taxa Eşrefiyê ve dewam kir. Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîdan, alên YPG û YPJ’ê, pankartên "Tolhildan" û "Bi ruhê ciwanên fedaî dagirkeriyê têk bibin Efrîn rizgar bikin” hildan.

Li vir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Nadye Yûsif axivî û wiha got: "Di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de, em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em tev dizanin ku ev 6 sal in Efrîn hatiye dagirkirin û ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker kantonê û xwezaya wê binpê dike, lê belê Efrîn her di dilê me de ye û em ê dawiya dagirkeriyê bînin."

Nadye Yûsif anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze me qir bike û got: ”Lê belê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan em ê timî li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

Meş bi silavkirina berxwedanê bi dawî bû.