Gerîlayê HPG’ê Rûstem Efrîn hat bîranîn
Ji bo Gerîlayê HPG'ê Alî Adnan Şêr (Rûstem Efrîn) li Wargeha Berxwedanê ya Şehbayê merasîmek a bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Gerîlayê HPG'ê Alî Adnan Şêr (Rûstem Efrîn) li Wargeha Berxwedanê ya Şehbayê merasîmek a bîranînê hat lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo gerîlayê HPGʹê Alî Adnan Şêr (Rûstem Efrîn) yê ku 3'ê Cotmeha 2020ʹan li Amanosê şehîd bûbû, merasîma bîranînê li qada kampa Serdemê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.
Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn û alên Meclisa Malbatên Şehîdan bi kon ve hatin daliqandin.
Di merasîma ku bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdar bûbûn de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Sureya Hebeş axivî.
Sureya Hebeş seraxî ji malbata şehîd re xwest û li ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker got: "Dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze moralê gel û gerîlayên parêzvanên mafên rewa yên li çiyayên Kurdistanê bişkîne."
Sureya Hebeş tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî êşkenceya li Îmraliyê şermezar kir anî ziman ku, destê NATOʹyê di tecrîdê de heye.
Piştî axaftinan, mamoste Şêrîhan Hemo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.