Êrîşên dagirkeriyê li Qamişloyê hatin protestokirin

Li Qamişlo û navçeyên wê bi hezaran kes hatin ba hev û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Hesekê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, protesto kirin

Bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana şehîdên girtîgeha Hesekê em ê dagirkeriyê têk bibin” bi hezaran şêniyên navçeyên Kantona Qamişlo (Til Hemîs, Til Birak, Amûdê, Tirbespiyê), endamên TEV-DEM`ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran ji Çarxerêya Sonî ya li rojhilatê bajarê Qamişlo dest bi meşê kir û li kolana sereke ya navarasta bajêr re geriyan.

Bêyî navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan ên mîna “Bijî berxwedana Pêngava Gurzê Gelan” û “Bijî Berxwedana Serdemê” hatin berzkirin. Xwepêşandêran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û Berxwedana Serdemê û şaxên zeytûnan hildan.

Li Çarxerêya Şehîd Robar Qamişlo ya nêzî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo xwepêşandan veguherî mîtîngê. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û têkoşîn û berxwedana hêzên leşkerî û ewlehiyê bi bîr xist.

Cewahir behsa têkoşîna hevpar a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û fedakariyên şehîdan kir, ku êrîşên çeteyên DAÎŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê têk birin. Cewahir wiha dewam kir: “Tevî ku salek di ser êrişên çeteyên DAIŞ`ê û piştevanên wê ya li dijî Girtîgeha Sînaa re derbas bûye, hîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê berdewam in. Dewleta dagirker welatiyan dike armanc, piştgiriyê dide çeteyan da ku ji nû ve êrîşan bikin. Bi vê armanc dike ku vîna gel bişikîne û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.”

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçer jî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê de dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê dewam kir. Wêneyên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin hildan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Li pêşiya Nexweşxaneya Selam a rojhilatê navçeyê, Hevseroka Meclîsa Navçeya Çilaxa Zulfa Bedro axivî. Zulfa diyar kir ku êrîşa çeteyên DAÎŞ`ê li dijî Girtîgeha Sînaa ku Tirk a dagirker plan kir da ku têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Zulfa bang li pêkhateyên herêmê kir ku heta qewitandina dagirkeran têkoşînê geş bikin.

Endamê Meclîsa Navçeya Til Koçer Mehmûd Salih jî destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bidin.

Endama Rêveberiya Kongra Star Nezha Seyfedîn jî pesnê rol û fedakariyên şehîdan da û got ku Pêngava Gurzê Gelan serkeftineke mezin a gelên berxwedêr e li hember zilm û zordestiyê.