'Erdogan hewl dide bi piştgiriya Rûsyayê êrîş bike'

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, "Hewldanên Erdogan ew e ku bi piştgiriya Rûsyayê Rêveberiya Xweser tasfiye bike û QSD'ê têk bibe."

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku, hevdîtinên bi Tirkiyê re ku Rûsyayê li ser Sûriyê ferz kiriye, li ser wê yekê ye ku ew ê çawa bi hev re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer bikin û wiha got: “Weke Rêveberiya Xweser hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê dîplomatîk ve em bi hemû hêza xwe seferber dibin."

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê derbarê gefên dewleta Tirk ên ji bo êrîşê, hevdîtinên Rûsya, dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bersiv da pirsen ANF’ê.

Gelo êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk pêkan e?

Êrîşên 20’ê Mijdarê piştî gelek gefên dewleta Tirk destpê kirin. Ji xwe berê jî dewleta Tirk tevî gefan, her ku firsend didît bi balafirên bêmirov êrîş dikir. Bi taybetî jî teqîna 20’ê Mijdarê ya li Stenbolê kir hincet. Di van êrîşan de hemû binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate hedefgirtin. Di encamê de gelek ziyanên madî çêbûn. Dîsa li gundê Teqil Beqilê êrîş pêk hat û di vê êrîşê de 11 sivîlên me hatin qetilkirin. Ya rast, planeke berfireh a ji bo dagirkirinê danîbû pêşiya xwe. Lê belê ji bo êrîşeke bejahî amadekariyeke xwe ya navxweyî bi têrkerî tune bû.

Di van demên dawî de di navbera dewleta Tirk, hikûmeta Şamê û Rûsyayê de hin hevdîtin pêk tên. Armanca sereke ya van hevdîtinan çi ye, berjewendiya hevpar a ku wan digihîne hev çi ye?

Erdogan ev demek bû di daxuyaniyên xwe de gotibû ku tu pirsgirêka min a rûniştina bi wan re nîne. Bingeha civînê ava dikir. Hat dîtin ku daxwaza Erdogan a hevdîtinê ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Li aliyekî hewldanên dagirkeriyê hene, li aliyê din jî hewl dide hêzên derdora xwe qanih bike. Niha jî heman tiştî bi hikûmeta Şamê re dijî. Yê ku zextê lê dike Rûsya ye. Rûsya ji her demê zêdetir piştgirî dide Erdogan ku di hilbijartinan de bi ser bikeve. Hemû hewldana wî ji bo vê ye. Ji bo Erdogan bi ser bikeve jî zextê li Sûriyeyê dike. Karekî cidî dike. Di hemû hevdîtinên heta niha de Erdogan pêşbîniya tasfiyekirina QSD’ê û Rêveberiya Xweser dike. Hikûmeta Şamê dipirse ka wê kengê dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve û li ser rewşa komên çete yên li derdor radiweste. Ev jî mijareke ku dewleta Tirk nikare bi lez gavê bi paş ve biavêje. Armanca wî ew bû ku van deran li nexşeya xwe zêde bike û di hilbijartinan de vê yekê pêşkêşî gelê Tirkiyê bike. Eger li ser çeteyan bazariyê bike, wê rewşa wî li hundir gelekî xerab bibe. Bê şik hemû hewldanên Erdogan bi piştgiriya Rûsyayê ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û têkbirina QSD’ê ye. Di hevdîtinên heta niha de yekane mijar ew e ku dê çawa bi hev re li dijî me şer bikin.

Ma planek wiha şansê serketinê heye?

Rêbaza ku aliyê Tirk hilbijartiye, rêbazeke ku xwe bigihîne çareseriyê nîne û ne hêsan e. Dewleta Tirk dev ji armanca xwe ya dagirkeriyê bernade. Eger Sûriye di mijara vekişandina dewleta Tirk ji herêmên dagir kiriye de israr bike, ev tifaq nikare bigihêje encamekê. Lê belê eger Sûriye ji ber zext û zordariya Rûsyayê dest ji daxwazên xwe berde û dagirkeriya dewleta Tirk rewa bike, hingî tiştekî bi navê Sûriyeyê namîne.

Weke Rêveberiya Xweser, hûn ê li hemberî wan xwedî helwestek çawa bin?

Her kesên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dijîn wê li hemberî êrîşan bi rûmeta xwe welatê xwe biparêzin. Ji bo parastina destkeftiyên xwe wê her kes li xaka xwe bimîne û li ber xwe bide. Di heman demê de QSD’ê dê li gorî salên borî bi hêztir li hember van êrîşan bisekine û hêza xwe ya rawestandina van êrîşan heye. Weke Rêveberiya Xweser hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê dîplomatîk ve em bi hemû hêza xwe seferber dibin. Hewldana me hemû ew e ku bêyî şer ev yek çareser bibe. Em ji bo gava duyemîn jî amade ne.

Gelo erka Koalîsyona Navneteweyî li vir nîne?

Helwesta heyî ya Koalîsyona Navneteweyî têrê nake. Divê bibêjin û vê helwestê nîşan bidin ku ev herêm ji destê DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin û heta li van herêman çareseriyeke siyasî neyê dîtin divê em van herêman biparêzin. Bi vî rengî ne dewleta Tirk, ne jî hikumeta Şamê her ku firsenda xwe hebe divê êrîş nekin.