Newroz Ehmed: Em êrîşên dijmin pûç bikin

Newroz Ehmed diyar kir ku amadekariyên wan ên li dijî êrîşeke nû ya dagirkeriyê dewam dikin û got, "Em kar û têkoşîna xwe ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve dewam bikin û van êrîş û planên dijmin têk bibin."

Newroz Ehmed destnîşan kir ku, endamên MÎT'ê yên di operasyonên ewlekariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîl hatine girtin, li xwe mikur hatin ku dewleta Tirk ji bo êrîşeke li ser herêmê çete xistiye nava tevgerê û got, "Erdogan ji komên çete re gotiye xwe amade bikin, sewqiyeta wesayîtên leşkerî û cebilxane hatine kirin. Ji bo zêdetir êrîş bikin û ruhê êrîşê çêbike ligel çeteyan civînan li dar dixe. Ji bo operasyona bejayî amadehiyê dikin, lê dem ne diyar e. Ew dikarin di demek kurt de bikin, ji ber ku ew hewce dike. Lê ya girîng têkoşîna me ya di vê mijarê de ye. Di warê leşkerî û gel de amadekariyên me hene. Bi heman awayî em van êrîş û planên dijmin bi berdewamkirina têkoşîn û xebata di her alî ya siyasî û dîplomatîk de pûç bihêlin.”

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed pêşveçûna di "Operasyona Sondê" de ku di 31'ê Tîrmeha 2022'an de li dijî ajanên ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmê hatine bicihkirin û bi vê tora ajankirinê çi tê armanc kirin ji ANF’ê re nirxand.

Dewleta Tirk ku êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomîne, gelek caran dest bi gotinên “ajanên me yên li qadan” dike. Gelo armancek din a bikar anîna van têgînan heye?

Rast e, dewleta Tirk vê têgînê pir bi kar tîne. Ev jî parçeyek ji pêkanînên wî yên şerê taybet a li dijî gel e. Ji ber vê yekê, ew hewl dide ku bi afirandina atmosferek tirsê bi afirandina bêbaweriyê di nav gel de, nîşan bide ku tiştê ku ew dixwaze dike. Di van êrîşan de me dît ku tişta dixwaze nikare bike. Ev rastiyek derdixe holê. Em vê baş bizanibin. Ev beşek ji şerê taybet e ku ew dixwaze bike. Ya din jî hinek e ku bi rêbazên cuda bi tirsandinê bi kar tîne. Wan di gelek aliyan de bi kar tîne, wekî fînanse û hwd. Kesên ku reviyane Tirkiyeyê careke din bi kar tîne û vedigerîne herêmê. Siyaseteke qirêj li dijî gelên herêmê tê meşandin. Ji ber vê sedemê ev bûyer, şehadet û sûîqest ji aliyê ajanên li herêmê hatine bicihkirin pêk tên. Armanca wan şikandina vîna gel e. 

Bi taybetî armanc dikin ku ne tenê di qada leşkerî de kesên ku di hemû qadan de pêşengiyê dikin bêbandor bikin û bi hedefgirtina welatparêzên navdar gel bitirsînin û gel ji rêveberî û hêzên me yên leşkerî dûr bixin. Yan jî ji tirsa dixwazin wan neçar bikin ku ji herêmê birevin. Bi taybetî di êrîşên dawî de binesazî û qadên xizmetguzariyê yên ku pêdiviyên gel lê tên bicihanîn hedef hatin girtin. Ev beşek ji heman planê ye. Ev beşek ji operasyonê ye. Gelek kes dipirsin gelo dewleta Tirk wê êrîş bike? Wê kengê êrîş bike? Dewleta Tirk her tim di nav êrîşan de ye. Armanc dike ku bi hedefgirtina pêşengan bêbandor bike û bi derxistina gelê herêmê bi hêsanî operasyona bejayî pêk bîne. Ev beşek ji van planan in.

“Operasyona Sondê” ya ku QSD’ê di 31’ê Tîrmehê de li dijî çeteyên dewleta Tirk daye destpêkirin di çi astê de ye?

Li gorî agahiyên di lêpirsînên bûyeran de hatin bidestxistin, li dijî vê rewşa ku lingên xwe bi rengê ahtapot ava kir, operasyoneke berfireh û lêpirsîn hat xwestin. Hemû yekîneyên me yên hêzên ewlekariyê tevlî vê operasyonê bûn. Ev yek di warê eşkerebûna van bûyeran de gelekî girîng bû. Heta ku dijmin vê polîtîkayê bimeşîne, bêguman wê ev hewldan dewam bikin. Stûneke girîng a vê yekê jî alîkarî û hesasiyeta gel e. Ne ew gel e ku were lîstika dijmin.  Bi alîkariya kesên ku dijmin bi wan re hewl dide têkiliyê deyne, em ê vê siyaseta qirêj vala derbixin.

Bûyerên dihatin jiyîn, beşek wê yê girîng derkete holê. Gelek bûyer hatin ronîkirin. Encam bi malbatan re hatin parvekirin. Ev yek ji bo gelê me jî girîng bû. Lê belê, weke me got, ev yek bi vî rengî dewam dike û wê bidome. Ne tenê ji bo pêvajoyekê ye. Ev karê me wê bi şer re bidome. Têkoşîna me ya li dijî ajanên MÎT'ê û yên dixwazin li herêmê xebatên qirêj bikin, wê bi heman rêjeyê bidome. Ev pûç bû.

Ji êrîşên giran ên li ser herêmê û vir ve ku şeva 19-20'ê Mijdarê destpê kir, gelo rewşeke nû ye?

Dimin dema ku dît lawaz dibe, êrîşên di 19-20'ê Mijdarê de da destpêkirin berfireh kir. Di serî de Erdogan, hikumeta AKP-MHP'ê bi îdîaya "hedefên leşkerî' û 'hin kesên PKK'î li vir e' xwestin ku rastiay bombardûmana li ser nexweşxane, dibistan, stasyonên av û elektrîkê û petrolê veşêre. Li gel vê yekê êrîş birin ser hêzên ewlekariyê yên li girtîgehan û Kampa Holê. Ev yek jî bêçaretiya dijmin nîşan dide. Rêbazên ku heta niha bi kar anîn, hemû pûç bûn, encama dixwestin bi dest nexistin. Li bendê bûn ku helwesta gelê me û hêzên leşkerî lawaz bike, lê belê dîtin ku gel û hêzên leşkerî hîn bêhtir li hev civiyan. Gelê me di vê pêvajoyê de bêhtir xwedî li hêzên parastinê derket. Xwedî li xaka xwe derket, peyama pêwîst hem bi gotinê hem jî bi pratîkê da dijmin. Parastina şoreşê û xaka xwe gelekî girîng bû.

Erdogan di vê pêvajoya dawî de çi dibêje? Berê qebûl nedikir, digot 'hedefên leşkerî', lê belê niha bi rengekî eşkere dibêje 'her der ji bo me hedef e'. Ev yek bi eşkere got. Got ku wê êrîşî herêmên petrolê û hwd. bike. Ev yek kir. Ya rast neçar ma vê bibêje. Ev bêçaretî ye. Plana dixwest nekarî bi ser bixîne. Welê tengav bûye ku ji bo raya giştî pêwîstiya xwe bi serketinê heye. Ya duyemîn jî ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûdê werdigire. Bi eşkere got ku wê êrîşî her derê bike, lê kes li ber ranebû, tiştek negot. Kesî nepirsî ku çima vê dike.

'PÊŞÎ LÊ NEYÊ GIRTIN WÊ BANDORÊ LI HER DERÊ BIKE'

Erdogan van bi kar tîne û gefê dixwe. Erdogan dibêje ji hêzên navborî re dibêje, eger hûn neikn ez ê bikim. Lê belê êdî bi xwe li kiryara xwe ya dawî mikur hat. Lê belê li hemberî vê yekê helwestek nîne. Kes nabêje, 'Tu çawa dikare bombeyan li nexweşxaneyan, dibistanan, stasyonên av û elektrîkê, li qadên jiyana mirovan bibarîne'. Ev gef ne tenê li dijî Kurdan an jî devereke bi tenê ye.

Li dijî hemû pêkhateyan û herêmê ye. Kes nabêje ku ya li vê derê tê kirin kaoseke mirovî ye. Krîza ku derxistiye wê bandorê li tevahiya cîhanê bike. Wê bandorê li her kesî bike. Ji ber ku helwest li hemberî vê nayê nîşandan Erdogan cesaretê werdigire ku hem bike hem jî biaxive. Ji bejahî ve êrîşeke berfireh destpê nekir, lê belê amadekariyên êrîşekê li ser herêmên me her tim hene. Li gel êrîşên hewayî hewl dan ku bi komên biçûk xwe berdin nava hin herêmên me. Xwestin hin gundan bi dest bixin. Ev hewldanên êrîşê hatin têkbirin.

Sîxurên ku hatin girtin, gelo li plan û êrîşeke bejahî ya gengaz mikur hatin?

Agahiyên heyî û kesên ku me ew girtine, nîşan didin ku Erdogan ji çeteyan re gotine ew ji bo operasyonê amade ne. Fermandarên li artêşê jî timî dibêjin ku ew amade ne êrîş bikin. Ji van komên çeteyan re gotine, amade bin, sewqiyata wesayitên leşkerî û cebilxaneyê kirine. Ji bo wan teşwîq bikin, civînan lidar dixin. Ji bo êrîşên nû yên li ser herêma me, hewl didin ruhê êrîşê bidin çeteyan. Erdogan niha tengav bûye. Dikeve hilbijartinê, dixwaze encameke baş bi dest bixe. Ji bo vê jî van hêzan bi cih dike. Hin tiştk hene ku li ser li hev nekirine, niha li ser wan diaxivin. Plan dikin ku bi êrîşê yan jî dagirkeriyê di çarçoveya Mîsakî Mîlî de li Sûriyeyê û hin herêmên cuda xwedî hikum bin. Bêguman vê yekê bi rêbazên cuda jî dikin.

Ji bo ji bejahî ve dest bi êrîşekê bikin, hewldanên wan dewam dikin. Ne diyar e ku ev yek kengî pêk were, dibe ku di demeke kurt de jî bikin. Ji ber ku pêwîstiya xwe bi vê heye. Lê belê di vir de ya girîng têkoşîna me ye. Ji aliyê leşkerî ve amadekariyên me hene. Ji aliyê gel ve jî amadekariyên me hene. Di heman demê de ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve jî divê em têkoşînê û kar zêde bikin û van êrîş û planan têk bibin. Erdogan dixwaze vê êrîşê weke serketinekê nîşan bide û bikeve hilbijartinê. Bila hesabê xwe baş bike, ji ber ku ev êrîş wê nebe mîna yên din. Berevajî wê dawî li Erdogan bîne. Amadekariyên me di vê çarçoveyê de ne. Bi vê baweriyê em ê êrîşan têk bibin. Serketin a gelê me ye.