'Em ê bi ruhê Apo’yî li dijî madeyên hişbir û dewleta Tirk bisekinin'

Ciwanên Herêma Firatê diyar kirin, ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya ‘şerê taybet’ de hewl dide li herêmên dagirkirî madeyên hişbir û fuhûşê di nava ciwanan de pêş bixîne û gotin, "Em ê bi ruhê Apoyî li dijî madeyên hişbir û dewleta Tirk bisekinin."

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşên xwe yên hewayî û bejahî de têk diçe, vê carê ji bo ku ciwan ji rastiya berxwedanê bên dûr xistin, bi fuhûşê û madeyên hişbir re her cure êrîşên qirêj di çarçoveya şerê taybet de pêk tîne. Têkildarî politikaya dewleta Tirk a di çerçoveya şerê taybet de tê pêk anîn ciwanên Kobanê ji ANF’ê re axivîn.

Berdevkê Ciwanên Şoreşger a Herêma Firat Mihemed Mehmûd diyar kir ku, di salên dawî de dewleta Tirk a dagirker bi vê siyaseta xwe ya qirêj dixwaze ciwanan ji rastiya wan dûr bixe û got, “Dewleta Tirk bi êrîşên hewayî naghêje encamekê, ji ber ku dizane ev gel bi fikri û felsefeya Rêber Apo mezin bûye. Ji bo wê bi rêya Şerê Taybet hewl dide ciwanên herêmê asîmle bike. Di nava ciwanan de madeyên wek heb, fuhuş û hişbirê pêş dixe." 

‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HEWL TÊ DAYÎN KU NIFŞEK TÊK ÇÛYÎ BÊ AVA KIRIN’

Mehmûd destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Civaka Exlaq û polîtîk esas digire û got ku hêzên desthilatdariyê li dijberî vê paradigmayê derdikeve û şerek taybet pêk tîne. Mehmûd anî ziman ku hêzên desthilatdar ji bo di nava civakê de bêexlaqî û bêrûmetiyê pêş bixin serî li her rê û rêbazan didin û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye, hewl dide nifşek ji ciwanên têk çûyî ava bike. Ji rastiyê dûr bixe û her wiha fuhûşê pêş bixîne. Dewleta Tirk dixwaze bi şerê taybet re enerjiya ciwanan ji tiştên vala re biçe.”

Mehmûd da zanîn ku, wan li dijî vê siyaseta qirêj gelek xebat dane destpêkirin û wiha domand, “Li cihê hate xwestin mal bi mal birûşûr hatin belav kirin. Civîn hatin lidar xistin. Ji bo ciwan li hemberî vê siyaseta qirêj hişyar bin gelek xebat tên pêk anîn. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje, ‘Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin’. Em ê jî heta dawiyê li hemberî her cure êrîşên dewleta Tirk bisekinin û rêya berxwedanê esas bigirin. Em bang li tevahî ciwana dikin ku, li dijî vê siyaseta şerê taybet bisekinin û ji bo dagirker têk biçin rêxistinbûnê esas bigirin.” 

‘EM Ê BI RUHÊ APO’YÎ DEWLETA TIRK A DAGIRKER TÊK BIBIN’

Endama Meclîsa Jinên Ciwan a Herêma Firat Firyal Temî jî anî ziman ku, dewleta Tirk bi rêya madeyên hişbir bandoreke mezin li ser jin û ciwanan dike, "Lê wek jinên ciwan li dijî vê siyaseta qirêj em ê bisekinin. Em ê bi her awayî li hemberî vê siyaseta fuhûşê bisekinin. Dewleta Tirk bi rêya MÎT’ên xwe hewl dide ciwanan ji rastî û axa wan dûr bixin. Armanc şikandina vîna ciwanan e. Lê divê em ciwan gavên xort bavêjin û bersiva herî bi hêz bidin dewleta Tirk û MÎT’ên wê. Em di ferqa hêzên xwe û rêxistinbûna xwe de ne. Em ê li dijî vê siyaseta qirêj têkoşîna xwe mal bi mal, kolan bi kolan û li tevahî bajaran dewam bikin. Em ê bi ruhê Apo’yî dewleta Tirk têk bibin.”