Cenazeyê şehîd Sebrî Şêxo li Tirbespiyê hate veşartin

Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê HPC'ê Sebrî Şêxo bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê, partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser berê xwe da Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê, da ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Sebrî Şêxo bin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide gelê Kurd qir bike. Em malbatên şehîdan soza xwe nû dikin ku li ser rêça şehîdan bimeşin û destkeftiyên wan biparêzin."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê HPC'ê yê Tirbespiyê Mihemed Cemîl wiha got: "Em bi erkên xwe yên parastina herêmê radibin. Divê hemû pêkhateyên herêmê xwe berpirsiyarî vê civakê bibînin."

Her wiha endamê rêveber ê Partiya Roj a Demokrata Kurd li Sûriyê Adil Îbrahîm wiha got: "Pêdiviya vê qonaxê bi yekitiyê û sekna li hember êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd heye."

Li ser navê malbata şehîd sekreterê Partiya Roj a Demokrata Kurd li Sûriyê Koban Keno jî wiha got: "Divê partiyên Kurd kedên xwe bikin yek û sînorekê ji van komployên li dijî gelê Kurd re deynin û parastina destkeftiyên şehîdan bikin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.