Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 19 rojan de milyonek îmze hatin berhevkirin

Înisîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî milyonek îmze kom kirin.

Pêngava berhevkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di 22`yê Çileyê de bi dirûşmeya ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin” îlan kiribûn.

Komîteyên têkildarî pêngavê heta niha zêdetirî 892 hezar îmze berhev kiriye.

KANTONÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Li kantonên Efrîn û Şehbayê Însiyatîfa Gel derdora 30 hezar û 460 îmze berhev kirine.

REQA, TEBQA Û DÊRAZORÊ

Li Tebqayê li gorî endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê Mehmûd El Îsa zêdetirî 100 hezar îmze li navçe û gundên girêdayî bajêr hatin berhevkirin.

Li gorî hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa li bajêr û gundewarê wê zêdetirî 170 hezar îmze hatine berhevkirin.

Li herêma rojavayê Dêrazorê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Fatme Merwan ragihand ku derdora 5 hezar û 841 îmze hatine komkirin.

Berdevka Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Selam El Îsa diyar kir ku li herêma rojhilatê Dêrazorê zêdetirî 520 îmze hatine komkirin.

HERÊMA FIRATÊ

Li kantona Kobanê jî, hevserokê Meclisa Kantonê Mistefa Îto diyar kir ku zêdetirî 51 hezar îmze hatine komkirin û diyar kir ku pêngav didome.

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê Asya El Hisên jî ragihand ku heta niha zêdetirî 120 hezar îmze li Minbicê hatine îmzekirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Li kantona Hesekê, 200 hezar kes li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê tevlî pêngava îmzeyan bûne.

Li kantona Qamişlo, zêdetirî 215 hezar îmze li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê hatine berhevkirin.

Tê payîn pêngava berhevkirina îmzeyan heta 15’ê Sibatê bidome.