Şêniyên Kobanê: Em bi her awayî bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê re ne

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ew bi her awayî bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê re ne û amade ne alîkariyê pê re bikin.

Ji ber erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li Bakurê Kurdistanê, ku li Mereşê rû da, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê bandoreke giran li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê jî kir.

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Îto der barê erdhejê û amedekariyên wan got, "Em sersaxiyê ji gelên Bakurê Kurdistanê re dixwazin. Erdhejê bandor li Kobanê jî kir, ku gelê me du roj inli derveyî malên xwe ne. Em wek Rêveberiya Xweser gelek amadekiyên me hene. Me kon vedane ji bo gelê xwe. Her wiha ji bo destwerdana lezgîn şaredarî amade ye. Em bang li tvahiya saziyên din jî dikin ku destek bidin gelên me û bi tedbîr li hemberî bûyerê bisekinin. Em her amade ne ji bo xizmeta gelê xwe."

'EM JI BO PIŞTGIRIYA GELÊ XWE YÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ AMADE NE'

Sebrî Mehmûd jî diyar kir ku ew nîvê şevê bi erdhejê hişyar bûn û got,"Gelê Kobanê di nîvê şevê de rabûn ji ber erdhejê, lê heta niha li derveyî malên xwe ne. Ziyaneke mezin li gelê me yê Bakurê Kurdistanê bû. Em wek gelê Kobanê raste em fîzîkî ne li wir in, lê em ji bo piştgiriya gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê amade ne."

'BI RIH Û CAN EM BI GELÊ XWE YÊ BAKURÊ KURDISTANÊ RE NE'

Ebdilrezaq Hemed jî got, ji bo parastinê tevahî gel derketin derve û got, "Li bajarê Kobanê jî erdhej pêk hat ku tê de gelek ziyanê pêk hat û birîndar çêbûn. Lê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê gelek xisar ji erdhejê dît. Em bi rih û can bi wan re ne û çi alîkarî ji me were xwestin em amade ne."