Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê: Deriyê me ji bo mexdûrên erdhejê vekiriye

Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber erdhejê û zirarên ku li herêmên din pêk hatine, Kantonên Efrîn û Şehbayê deriyê ji bo gel vedike.

Têkildarî erdheja ku li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê rû da û bandoreke giran li seranserê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, her Tirkiye û Sûriyeyê kir, Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek dan çapemeniyê

Cîgirê Hevserokên Rêveberiyê Cemal Reşîd daxuyanî da û diyar kir ku derê herêma Şehbayê li gel vekiriye.

Di destpêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re hate xwestin û ji birîndaran re jî şîfa xêrê hate hêvîkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku erdhejê bandoreke giran li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiriye û hate gotin, "Tevî ku herêma Şehbayê demeke dirêj e di bin dorpêçeke giran de ye û pêwîstiya herêmê bi her tiştî heye, me soz dane gelê xwe ku ji bo mexdûrên erdhejê çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha em bang li dewletan û rêxistinên navneteweyî jî dikin ku dorpêça li ser Şehbayê rakin ku em karibin alîkariyê bi gelê xwe re bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êşa me yek e, em hemû bi vê karesatê êşiyan. Divê gelê Sûriyeyê di rewşeke wiha de hemû xwedî li hev derkevin û lihevkirine were çêkirin, gelê Sûriyeyê bibe yek. Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku berê xwe bidin herêma Şehbayê. Em amade ne bi gelê xwe re bibin alîkar."