'Me soz bi axa xwe daye, em ê her li ber xwe bidin'

Şêniyên Kobanê gotin ku "Me soz daye axa xwe û me rêya berxwedanê hilbijart. Em şagirtên Rêber Apo ne, em ê her tim têkoşîn û berxwedanê bikin."

Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Rojava ve gefan li destkeftiyên gelan dixwe û dixwaze gelan ji axên bav û kalên wan koçber bike. Gel têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivîn.

‘ME SOZ DAYE AXA XWE’

Ciwana bi navê Felek Bekir têkildarî îxtîmala êrîşa dewleta Tirk a li ser Kobanê diyar kir ku ew jinên ciwan ew ê her dem berxwedaniyê bikin û em ê li hemberî dewleta Tirk rabin ser xwe. Felek Bekir got “Armanca dewleta ew e ku gel ji axên wan koçber bike. Lê em ciwan û jinên ciwan yên Kobanê, em her berxwedaniyê bikin û nahêlin ku dewleta Tirk ya dagirker were ser axa me. Me soz daye axa xwe, em ê li ser axa xwe bijîn û em ê li ser axa xwe bimirin.”

‘ÇAWA ME DAIŞ TÊK BIR EM Ê DEWLETA TIRK JÎ TÊK BIBIN’

Rûsipiyê bi navê Mihemed Nebo diyar kir ku wan çawa terora DAIŞ’ê têk birine, ew ê dewleta Tirk jî têk bibin û got “Dewleta Tirk êrîşî me dike, lê em gelên herêmê, em ê her li ser axên xwe bin û me daye ser rêya berxwedaniyê, em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk êrîşî herêmê dike, her û her gelê me di bin êrîşên dewleta Tirk de ye. Lê çawa me DAIŞ têk bir em ê dewleta Tirk jî têk bibin."

‘EM ŞAGIRTÊ RÊBER APO NE, EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Ciwana bi navê Niştîman Bilal Miso diyar kir ne mumkun e ew dev ji axa xwe berdin û got “ Em ciwanên Kobanê, çi ji me were xwestin em ê her li ser piyan bin. Em şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî em li ser axa xwe dijîn. Dewleta Tirk êdî bi şerê taybet jî dixwaze vîna me ya berxwedaniyê bişkîne, lê em ê li hemberî dewleta Tirk li ber xwe bidin.”