Li gorî agahiyên çavkaniyek herêmî ji navçeya Cindirêsê a herêma Efrînê ya dagirkirî zêdetirî 70 avahî hene ku tîmên rizgarkirinê neşandine ji wan re.
Hat diyarkirin ku zêdeyî 150 welatiyên Kurdên resen ên Efrînê li navçeya Cindirêsê di bin avahiyan de jiyana xwe ji dest dane û dibe ku hejmar ji vê zêdetir bibe û piraniya kesên hatine rizgarkirin ji pêkhateyên Erebin ên ku piştî dagirkirina Efrînê hatin di Efrîn de bi cih bûn.
Li gorî çavkaniyê ku aliyên ewlekarî ên ku girêdayî dewleta Tirk nahêlin ragihandin derbasî nexweşxaneyên Efrînê bibin. Telefona hemşîre û bijîşkan ji wan girtine û nahêlin ji nexweşxaneyan derkevin. Zêdetirî 400 cenazeyên nenas li nexweşxaneyan hene û her ku diçe hejmar zêde dibe.
Li gorî çavkanî daye xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker rê li ber ketina alîkariyan a ji bo navçeya Cindirêsê digire. Heta av û pêdiviyên sereke derbasî navçeyê nabe, her wiha baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê banga gel ji bo alîkariyê red dike.
Li gorî agahiyên çavkaniyê, şeva borî wesayîtên alîkariyê ji deriyê Bab El-Hawa derbasî nav bajarê Efrînê bû. Lê dema derbasî navçeya Cindirêsê bû, wesayît ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin desteserkirin û alîkariyên ku ji bo gel şandibûn hatin dizîn.