Birîndar Agir Çiya têkoşîna xwe dewam dike

Têkoşîna xwe ya ku li nava berxwedana Şêxmeqsûdê di sala 2011'an de destpê kir, gihand Efrînê. Birîndar bû, dest ji têkoşînê berneda. Agir Çiya ji xwe re Şehîd Karker Êrîş kir mînak û têkoşîna xwe bi xurtî dewam dike.

Agir Çiya yek ji bi hezaran şervanan e ku çîroka wî nayê naskirin. Li Helebê di 14'ê Sibata 1988'an de ji dayik bû. Bi eslê xwe ji gundê Nebî Hûrî yê navçeya Şera ya Efrînê ye. Agir sala 2016'an birîndar bû, lewma milekî xwe nikare bi kar bîne. Tevî vê yekê jî ev yek ji xwe re nekir astengî û têkoşîna xwe li qadên cuda yên şoreşê dewam kir.

'ŞERÊ NAVXWEYÎ' YÊ LI SÛRIYEYÊ BALA WÎ KIŞAND

Agir heta berbanga sibehê kolan, stêrkên li ezmanan jimart. Bala wî çû ser ewrê ji bakur ve dihat. Ewr reş û tarî bû. Jê hebû ku wê baran bibare. Dema ku ji bo razanê çû odeyê, bala wî çû ser televîzyonê. Zarokekî di nava dû de rondik dibaran li ser ekranê bû. Jinek li gel wî ku dibe ku dayika wî be û jêrnivîsa 'Li Sûriyeyê şerê navxweyî' dît. Sekinî, mat ma, nivîs dubare dubare xwend. Qenal guhert, di qenala fermî ya nûçeyan a dewletê de jî heman dîmen dît. Zarokên li ser bedena dayika xwe digiriyan, malên hilweşiyayî, kolanên xerabûyî, mirovên jiyana xwe ji dest dan ên li erdê dirêjkirî...

BI SIYABEND RE GAV AVÊT

Li kolanên Helebê nihêrî û bi xew ve çû. Gaza ku dengê bilind ê zingil li ser hev lê da, Agir ji xew hişyar bû. Yê hatî eceleya xwe hebû. Yê ku hat hevalê wî yê li taxê Siyabend bû. Agir ti carî Siyabend ewqasî ji hal ketî nedîtibû. Jê re got, 'Karek heye, em dixwazin tu jî tevlî bibe'. Siyabend bi fikar derkete derve. Li jêra taxê malek bû ku weke cihê ciwanan dihate bikaranîn. Xwe gihandin wê derê. Siyabend dema ku li derî xist, ji Agir pirsî bê li ser şer çi difikire. Wî jî got, "Ti ewlehiya me nîne. Em nikarin ji wê dewleta ku dijminê me ye û me weke mirov nabîne, rabe me biparêze."

Pêlav zêde bûn. Hinekî sekinî û ji Siyabend pirsî "Çi diqewime?" Yekî pirsî bê şer li kîjan herêmê diqewime. Got "Bi qasî ku zanim niha li navbera Idlib û Helebê diqewime. Ber bi vî alî ve tê. Nizanim ku cihekî din heye yan na." Yekî ku navê wî nizanî bû got, "Li Kobanê û Cizîrê heval di bin navê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) de rahiştine çekê ji bo xaka xwe biparêzin."

ŞER GIHÎŞT ŞÊXMEQSÛDÊ

Kolanên bajêr vala bûbûn. Jiyan sekinî bû, kes li derdorê nema bû. Çivîk, pisîk, kûçik, mirov bêdeng bûbûn. Pelên daran mîna berê bi ba nedihejiyan. Agir nedixwest li hilweşandina malan, li qetilkirina mirovan bifikire.

BI ÇEKA XWE BER BI SIYABEND VE MEŞIYA

Agir piştî rojekê dengê çekan êdî gelekî nêz dibihîst. Agir bi van gotinan qala wan rojan dike, "Nizanim bê min di xew de dît yan jî bi rastî jî min bihîstibû. Dengê qelebalixiyê ya li kolanê ne normal bû. Dema ku bi vê hesiyam min dengê çekan ji nû ve bihîst. Ji nava cihê xwe rabûm, min kincên xwe li xwe kir. Çeteyan yekser êrîşî me kiribûn? Taxa Şêxmeqsûdê ji ber ku li gorî navenda bajêr bilind e, cihekî li ser gir e, ji bo Helebê cihekî stratejîk bû. Ji ber vê yekê wê teqez bibûya hedef." Di destê Agir de çekek hebû ku bavê wî di nava nivînan de veşartibû. Rahişt fîşekên wê û ber bi Siyabend ve beziya.

ÊDÎ DI NAVA ŞER DE BÛ

Agir dibêje, "Ber bi derketina ji taxê şer dewam dikir. Destpêkê ji min hebû ku em ê biçin wê derê û tevlî şer bibin. Lê belê em neçûn. Li kolana ku şer lê qewimî hejmara hevalan zêde bû. Eger em jî biçûna ew ê bibûya sedema qelebalixiyê. Em li serê kolanê sekinîn û dest bi nobedê kir. Me got, dibe ku teqwiye ji bo hevalan pêwîst be, lewma em amade bûn. Heta êvarê em sekinînin." Agir anî ziman ku kesekî bi navê Mahîr diyar kir ku şer qewimî ye, lê belê hîn jî nediyar e bê wê çi bibe.

Agir êdî weke şervanekî bû, diviyabû hîn bibûya. Di nava malan de gelek qul dît, meraq dikir û hîn bû, "Ev qul çeper in. Di şerê bajêr de derfetê dide ku bêyî ku bê dîtin di nav de tevbigere. Hevalan ji bo parastinê taktîkeke bi vî rengî afirandibûn."

Çeper û şer ji bo wî tiştekî xerîb bû. Şer ne tenê rijandina xwînê û rondikan bû, di heman demê de xweparastina ji mirinê bû. Çarenûsa xwe jî wê li van qulan bûya. Ji bo fêhmkirinê jî diviyabû bihata jiyîn. Diyar bû rahiştina çekê û bûyîna leşker tiştên ji hev cuda bûn.

ŞERÊ DESTPÊKÊ

Berê çek bi kar anî bû lê belê cara destpêkê bû ku tevlî şer dibû. Agir qala wî şerî dike: "Li kêleka dîwar gelek çete hebûn. Hemûyan jî berê çekên xwe dabûn me. Em li bendê man ku nêzîk bibin. Dilê min gelekî zû lê dida. Carekê mîna ku bicirifim li min hat, zû hatim ser xwe. Min berê çekê da çeteyan û dema ku nêzîk bûn bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' me li wan reşandin. Çete ketin nava panîkê. Dema ku li çeperekê digeriyan hinek ji wan ketin.

BI SER ÇETEYAN VE ÇÛN

Şer hîn di kêliya destpêkê de giran bû. Ji ber ku fîşeka destpêkê me teqand, em serwer bûn. Piştî demekê êrîş kêm bû. Heval di her çeperê de bi pêş ve diçûn. Li çepera ku ez lê bûm jî rewş bi heman rengî bû. Me dest bi êrîşê kir.

Li her nuqteya ku me xwe gihand wan, me çeperên nû ava kir. Berêvarê jî dema ku karê me qediya, koma me ji bo nuqteyê hate vegerandin. Em ê bi tedbîr bûna, di êrîşeke gengaz de em ê yekser biketibûna çeperan. Me nobedar amade kir ku du saetan carekê bêne guhertin."

JI ŞÊXMEQSÛDÊ BER BI EFRÎNÊ VE

Piştî ku êrîşên çeteyên Cebhet El Nûsra derbasî Efrînê bûn, Agir ji bo parastina xaka xwe berê xwe da Efrînê. Piştî saleke ji şerê giran derbasî Efrînê bû. Bi vî rengî qala wê demê dike: "Ji Helebê dûr diketim ku min salên xwe lê derbas kiribû. Dema ku me berê xwe dan navenda bajarê Efrînê bala min li ser bajêr bû. Efrîn jî warê min bû, yek ji bajarên herî bedew ên herêmê bû. Piştî serhildana li Kobanê û Cizîrê hevalan li vir jî hêzên xweparastinê ava kiribûn. Di sibeha roja sêyemîn de me taştê kir û tevî hevalê berpirsyarê biryargehê çûn gel koma min a nû."

Agir tevlî hêzxa leşkerî ya li Cindirêsê bû ku weke Tabûra Başak dihate naskirin û hêza operasyonê bû. Agir anî ziman ku çeteyan êrîşî Girê Dewa yê navbera bajarê Idlib û Cindirêsê kirin, wî jî rewş ji nêz ve şopand û wiha dewam kir, "Em hatibûn gundê nêzîk. Koma ji 7 kesan bi wergirtina cebilxane û lojîstîkê bi rê ket. Roj çûbû ava. Li cihekî ku qada şer didît em li benda agahiyê bûn. Hingî agahiya êrîşeke cuda gihîşte koordîneyê. Herêm nêzî Girê Dewa bû. Herêma ji girên Şehîd Adnan û Şehîd Rûksen a li ser xeta eniya sînorê Idlibê bûbû hedef. Dixwestin qadê kontrol bikin.

TILÎLIYAN DENG VEDIDAN

Ji maleke li dawiya gund, hevalek bi lez hate got, 'Fermandarê tabûrê dixwaze hûn xwe amade bikin'. Em rabûn ser xwe û me cebilxaneyên xwe zêde kir. Ji bo qada şer tenê 100 metre mabû. Ji cihekî nêz ve hawan hate avêtin. Me xwe dirêj kir. Me ji hev pirsî, rewşa her kesî baş bû. Hevalê Welat xwest ku em ber bi çeperên li pêş ve bibezin. Ew li pêşiya me, em li pişt wî beziyan û xwe gihandin hevalên li quntarê gir. Ev kom ji bo parastina hevalan bi cih bûbû. Bi du kesan em li çeperan belav bûn. Tilîliyên hevalên jin li gir deng vedidan. Roja 16'an a şer ji bo me erênî bû. Hîn di kêliyên destpêkê de me çeperên li pêşiya xwe yek bi yek bi dest xistin. Dijmin dihate têkbirin. Êrîşên me bênavber dewam dikirin. çeteyên ku fêhm kirin têk diçin hinek ji wa piştî demekê çeperên xwe terikandin û dest bi revê kirin.

Ji ber hejmara hêza tabûrê bi teqwiyeyê zêde bû, hinek jê hatin vegerandin. Di nava wê komê de ez jî hebûm. Dema ku me xwe gihand Tabûra Başak ji ber dûrketina ji eniyê ez hinekî hêrs bûbûm. Dawiya dawî wezîfe çibûya diviyabû ew bihata kirin. Ya ku şoreşgerekî bê jî ev bû."

JI MIL HETA BI MEJÎ ÊŞ KIŞAND

Agir ku di encama qezayekê de milekî wê pûç bû, bi vî rengî qala wê kêliyê kir: "Min kir qîrînî. Ji milê min heta bi mejiyê min êşeke meizn rû da. Di nava xwêdanê de mam. Diranên min li hev asê bûn. Wesayit kengî amade bû, çawa lê siwar bûm, nizanim. Dema ku min çavê xwe vekir doktor li ber serê min bû. Got ku reh jî di nav de destê min gelekî zerar dîtiye, lê nikare tiştekî şênber bibêje. Ez hêza operasyonê bûm, li ku tevlîhevî hebûya li wir bûm. Tevlî şer dibûm, nikarîbûm rawestiyam. Niha li oedeya nexweşxaneyê rawestiya me. Ev ne li gorî min bû. Gelekî aciz dibûm. Min êdî dest bi jimartina rojan kir. Nizanîbûm ku çiqas maye.

NEKARî LI ŞÛNA XWE BISEKINE

Pêngavê dewam dikir, şerekî giran diqewimî. Mayina li vê derê bi vî rengî mîna êşkenceyê bû. Dawiya dawî ew roj hat û ji nû ve li eniyê vegeriyam. Wê demê min hevalê Karker nas kir ku herdu lingên wî tune bûn (Di 18'ê Adara 2018'an de di Berxwedana Serdemê de şehîd bû). Tevî vê yekê jî li nava kolanan digeriya û gel bi rêxistin dikir. Yekî ku du lingên wî tune ne eger kare ewqasî bixebite, nedibû ku ez li malê rûnêm. Dema ku Karker ji min re got, 'Şoreşgerek piştî ku xwîna xwe rijand, hingî barê wî bi du qatî zêde dibe' min fêhm kir ku her tişt leşkerî nîne û tevlî nava karên ciwanan bûm."