‘Rêbertî, ne kesek e; lê fikir, çand û felsefe ye’

Ehmedê Pîrê yê ji Kobanê ku sala 1986’an li Helebê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, got: “Rêbertî zêde bandor li civakê kir. Ew, ne şexsek e; lê fikir û çand û felsefe ye."

Ehmedê Pîrê yê Kobanêyî, behsa naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wî ya heta bi niha, kir.

‘NE KESEK E, LÊ FIKIR Û ÇAND Û FELSEFE YE’

Ehmedê Pîrê ku sala 1986’an hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, bêhsa gava naskirinê kir: ‘“Me ji hevalan re gotibû ku em dixwazin Rêbertiyê bibînin. Çimkî me ew berê hîç rêberekê Kurdan nedîtibû. Bihîstibû lê nedîtibû. Sala 1986’an hevalan agahî şand û got ku em biçin Helebê em ê Rêbertiya xwe bibînin. Ji Kobanê em gelek kes bi rê ketin. Li wê derê em çûn malekê û Rêbertî hat. Behs kir ku Kurd çawa hatine kuştin û mirov wê çawa bikare Kurdan ji nû ve sax bike. Nirxandin li ser dîroka Kurdan kir. Çiqas ku diaxivî em ewqas pê ve dihatin girêdan. Rêbertî, ne şexsek e lê fikir û çand û felsefe ye. Her dixwest ku di nava gel de be, pir hez ji gel dikir. Bi taybetî nirxandin li ser jinan dikirin.“

‘EW FELSEFE KETIBÛ NAV RUHÊ JINAN’

Ehmedê Pîrê ku bi milîsî li têkoşînê dewam dike, di hevdîtina cara duduyan a sala 1987’an de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandiye ser hişmendiya mêrane ya li hemberî jinan û bi domdarî wiha axivî: “Sala 1987’an bû. Em cardin bi rê ketin. Hingê me dest bi milîstiyê kir. Me nan danî. Li gor me wê pêşiyê mêran nan bixwara û paşiyê jinan xwarina mayî bibira li malê bixwara. Rêbertî, hat û ji mêran re got, rabin bila jin rûnin. Ji me re got ku em jinan bi tiştekî hesab nakin. Jin dikarin şoreşê bi rê ve bibin. Rêbertî zêde bandor li civakê kir. Girêdayîbûyîna me ya bi Rêbertiyê ya heta bi niha, bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd, dixwazin civakê û Rêbertiyê ji hev qut bikin. Lê me berê jî got; ew ne kesek e; fikir û felsefe ye. Ew felsefe, ketiya nava ruhê jin, zarok û kal û pîran. Kes nikare gel û Rêbertiyê ji hev bike. Rêbertiyê berê wiha gotibû; ‘Dibe ku rojekê ez jî nîn bim.’ 24 sal in tecrîdeke girankirî li ser e. Bi şexsê wî dixwazin gelê Kurd bikin teslîm bigirin. Lê nekarî. Ji ber ku her kes girêdayê fikir û felsefeya wî ye. Zarokek dibêje; ‘Bijî Serok Apo’ ew dîtiye? Nedîtiye, lê ketiye nava ruh.“

‘EGER RÊBERTÎ BANG JI BO SEFERBERIYÊ NEKIRA, EM BI SER NEDIKETIN’

Gelê Kurd bi tunebûnê re rû bi bû. Çawa ji nû ve zindî bû. Ehmedê Pîrê diyar kir ku dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê dest pê kiriye, her kes ji bo wî çalakî kiriye û sedemên vê wiha rêz bi rêz kirin: “Ji ber ku bi her kesê re têkiliyeke xurt danîbû. Hêzên navneteweyî Rêbertiya me kirin mijara bazarê. Rêbertî ji bo ku Sûriye zirarê nebîne, ji herêmê derket. Rêbertiya me dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Rêbertî, 24 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Nahêlin ku ew û malbat û parêzerên xwe hev û din bibînin. Dewlet ditirse ku gel bi gotinên Rêbertiyê careke din serî hil bide. Eger dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê Kobanê kir, Rêbertî banga seferberiyê nekira, em bi ser nediketin. Bi saya vê bangê li dijî gotina Erdogan ‘Kobanê wê bikeve‘ Kurdan ji çar parçeyan sînoran derbas kir û têkoşiyan.“

‘RAMANÊN XWE BELAVÎ VAN DERAN KIR’

Ehmedê Pîrê, careke din bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê Şoreşa Rojava ye û wiha got: “Têkiliyeke xurt a gel bi Rêbertiyê re heye. Eger Rêbertî nebûya, dibe ku îro me nekariya li Rojava bijiya. Ji ber ku Rêber Apo sala 1979’an hat Kobanê, dewleta Tirk êrîşê Kobanê dike. Kobanê DAÎŞ têk bir. Şoreşa 19’ê Tirmehê, li Kobanê dest pê kir. Dixwazin vê îradeyê di ser Kobanê re bişikînin. Ji ramanên Rêbertiyê ditirsin. Dewlet ji raman û felsefeya Rêbertiyê ditirse. Ji ber ku ditirsin, tecrîdê girantir dikin. Bixwazin jî nexwazin jî Rêbertiyê ramanên xwe li van deran belav kiriye. Bi dehan pirtûk û nirxandinên wî hene. Raman û felsefeya Rêbertiyê li dijî desthilatdariyê ye. Rêbertî, gelê Kurd ku hat qetilkirin û binaxkirin, ji nû ve zindî kir. Ji ramana Rêbertiyê ya jiyaneke azad û wekhev ku ji bo hemû cihanê ye, ditirsin.“

‘15’Ê SIBATÊ JI BO KURDAN ROJEKE REŞ E’

Ehmedê Pîrê, bal kişand ser 15’ê Sibatê ku Rêbertî bi komployekê dîl hat girtin û têkildarê tecrîdê wiha got: “Nehiştina hevdîtina girtiyan, bi malbat û parêzeran re, binpêkirina mafan e. Em di salvegera 15’ê Sibatê de ne. 15’ê Sibatê ji bo Kurdan roja reş e. Divê gelê Kurd bêhtir li Rêbertiyê bibe xwedî. Eger em vê yekê pêk neynin, tecrîda li dijî Kurdan û Rêbertiya me wê girantir bibe. Ji bo ku bi xwedî derketina li Rêbertiyê, destkeftiyên heyî biparêzin, bi Şerê Gel ê bi Şoreşgerî re dakevin qadan.“