HRE: Dewleta Tirk di pêvajoyek wiha de êrîş dike û derewan dike

Dewleta Tirk îdîa kiribû ku YPG’ê êrîşê barageha dewleta Tirk kiriye. HRE’yê ev îdîa derewand û got: “Li wê herêmê YPG nîne. Dewleta Tirk bi xwe êrîşê herêmên me dike.”

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker derewandin.

HRE’yê da zanîn ku li devera ku Wezareta Parastinê ya dewlet Tirk îdia kiriye ku YPG’ê êrîşî baregeheke wan kiriye, tu hêzên YPG’ê tune ne, li wê deverê hêzên HRE’yê hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku hêzên YPG’ê ji Til Rifatê bi çekên giran êrîşî baregeha artêşa Tirk a li Oncupinarê kiriye. Li Til Rifatê tu yekîneyên YPG’ê nîn in. Li herêma navborî hêzên me hene.

Di vê pêvajoyê de ku gelên me yên herêmê bi erdhejeke rêjebilind ve rûbirû maye, hêzên me li hember baregehên dijmin tu êrîş lidar nexistine. Ev îdîayên artêşa Tirk a dagirker ne rast in.

Berovajiyê îdîayên wan, yên ku li hember heremên me êrîşan pêk tînin, ew bi xwe ne. Artêşa Tirk a dagirker duh (6’ê Sibatê) herêma Til Rifatê ku ev herêm jî herêmek e ku erdhejê di astekî bilind de bandor lê kiriye bombebaran kir. Gelê me di erdhejê de jî rastî êrîşên artêşa Tirk hat.

Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya artêşa Tirk derew e û ji bo berovajîkirina rastiyê hatiye belavkirin.

Em ji bo malbatan û hemû mirovan ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn dixwazin.”