Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Ebdurehman El Celmûd şehîd bûye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin:

"Endamekî hêzên me yên herêma Dêrazorê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe bi cih dianî, roja Çarşemê di 8ʹê Sibatê de şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ebdurehman El Celmûd

Navê bav: Menaî

Navê dayikê: Kamîla

Cih û dîroka tevlîbûnê: Kisra, 20’ê Gulan 2018’an

Cih û dîroka şehadetê: Hîsan, 8’ê Sibata 2023’an

Hevrê Ebdurehman 4 salan di nava refên Asayîşê de ma. Hevrê Ebdurehman evîndarê welat û xaka xwe bû. Endamekî fedakar bû û xwedî ruhekî bilind ê hevaltiyê bû, her tim amade bû ku giyanê xwe ji bo ewlehî û aştiya welatê xwe feda bike. Hevrê Ebdurehman heta dawiyê erka xwe bi rêk û pêk bi cih anî û di êrîşeke terorê de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Ebdurehman re dixwazin. Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdên xwe yên leheng ditewînin ku berdêlên giranbiha dane û giyanê xwe fedaî parastina gelê xwe kir. Em ê şopdarên rêya şehadetê bin heta ku ewlehî û aştî li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin."