QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
QSD’ê di operasyona ku li rojhilatê Dêrazorê pêk anî de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê kuşt.
QSD’ê di operasyona ku li rojhilatê Dêrazorê pêk anî de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê kuşt.
Navenda Ragihandinê ya QSDʹê daxuyand ku di operasyoneke ewlehiyê de şaneyeke çeteyên DAÎŞʹê hatiye bêbandorkirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya operasyonên domdar ên têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst û wêrankirina baregeh û cihên xwe lê vedişêrin de, Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me roja Pêncşemê 9ʹê Sibatê operasyoneke ewlehiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dar xist.
Operasyon bi beşdarbûn û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Di operasyonê de yekîneyên me li navçeya Siwer a li rojhilatê Dêrazorê şaneyeke terorîst a DAÎŞʹê şopand. Vê şaneyê desteka çek û alavên leşkerî dida şaneyên rêxistina DAÎŞ û planên pêkanîna êrîşên xwekujî yên ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê çêdikirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî dorpêçkirina şaneyê li cihê xwe lê vedişart, yekîneyên me banga xweradestkirinê li şaneyê kir. Lê şaneyê xwe radest nekir û li dijî şervanên me dest bi êrîşê kir. Şervanên me bersiva êrîşê da û şer derket. Di encamê de 2 terorîst hatin kuştin.
Her wiha di operasyonê de yekîneyên me miqdareke çek û alavên leşkerî desteser kirin:
Alavên hatin desteserkirin ev in: Demançeyek, çekeke kalaşnîkof, çekeke M15, bombeyeke destan, 3 telefon, telefoneke bitêl, amûreke rawter (Wifi), kamerayeke biçûk, kembereke teqîner, 550 guleyên BKC’yan, hezar û 400 dolarên amerîkî, 2 cercûrên demançeyan, 14 cercûrên çekên M16, 10 cercûrên kalaşnîkofan, 14 rext, 5 rextên demançeyan, betariyeke şarjkirina telefonan, motorsîklêtek û belgeyên şexsî."