'Xwestin bi rêya komployê projeya xwişk û biratiya gelan têk bibin, lê proje mezintir bû'

Endama Înîsiyatîfa Nûn Erwa Ehmed Salih diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî têkbirina fikrê projeya xwişk û biratiya gelan bû, lê belê komplogeran nekarîn vê bikin û ev proje her mezintir bû.

Endama Înîsiyatîfa Nûn a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Erwa Ehmed Salih ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji ANF'ê r axivî.

Erwa Ehmed Salih diyar kir ku yek ji sedemên komploya navneteweyî tirsa ji fikir û felsefeya Ocalan bû û got, "Ji ber ku partiyeke siyasî, demokratîk û azadîparêziya jinê ava kir. Vî fikrî bi demê re bandor li ser tevahiya erdnîgariya Kurdistanê kir. Li hemberî hemberî kapîtalîzmê alternatîf û çareserî danî holê. Bi zext û zora komployê xwestin ku pêşî li fikir û projeyên Rêber Abdullah Ocalan bigirin."

Erwa Ehmed Salih bal kişand ser planên dewletên hegemon ên li ser Rojhilata Navîn û wiha dewam kir, "Rêber Abdullah Ocalan di analîzeke xwe de qala wê civakê kir ku ketiye bin bandora kapîtalîzmê. Rêber Ocalan civakên bi vî rengî weke civakên hov pênase kir ku her tiştî ji bo mezinbûna aboriyê dikin. Civaka Rojhilata Navîn civakeke ku xwedî li dîroka xwe derdikeve. Lê belê bi derketina dewletan re Rojhilata Navîn jî li gorî reng, nijad, mezheb û olê hate parçekirin. Bi vî rengî li Rojhilata Navîn her ku çû şer girantir bû."

Erwa Ehmed Salih anî ziman ku modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe û ji bo têkbirina projeya Rêber Ocalan a ji bo biratiya gelan, komplo pêk anî û got, "Lê belê bi hêz û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan gelek pîlanên komployê hatin têkbirin. Her wiha bû hêzeke welê ku îro li hemberî terora herî mezin a li cîhanê li hemberî DAÎŞ'ê bisekine û têk bibe."

Endama Înîsiyatîfa Nûn a azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Erwa Ehmed Salih destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hemû di vê komployê de hevkarên dewleta Tirk in û got, "Ji ber mezinbûna fikra xwişk û biratiya gelan ku li Rojavayê Kurdistanê niha şênber e, wê nikaribin vê komployê bi ser bixînin. Fikrê xwişk û biratiya gelan dewam dike. Tecrûbeya rêveberiya xweser jî mînakeke zindî ya vê yekê ye. Yek ji destketiyên vê projeyê jî serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAÎŞ'ê bû."