Li Minbicê ambargo hate protestokirin

Ambargoya hikûmeta Şamê, li Minbicê hate protestokirin.

Meclîsa Minbicê ya Kombûna Jinan Zenûbiyayê bi armanca şermezarkirina ambargoya hikûmeta Şamê ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Kantona Şehbayê ferz kiriye, li ber Stada Şeşgoşe mîtîngek li dar xist. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên partiyên siyasî, koçberên Şehba û Efrînê beşdarî mîtingê bûn. Di mîtingê de wêneyên mexdûrên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûdê hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Na ji ambargo û mirina zarokan re" Û "Em hemû fedaîyê Şêxmeqsûdê ne" hatin vekirin.

BERXWEDANA GEL HATE SILAVKIRIN

Berdevka Meclîsa Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyda Hinêzil daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Kantona Şehbayê hat şermezarkirin û bang li hikûmeta Şamê hate kirin ku ambargoyê reke û mafên welatiyan mîsoger bike.

Piştre jî cîgira hevserokatiya Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Şehrîban Çawîş daxuyaniya meclisê xwend. Di daxuyaniyê de berxwedana şêniyan a li hemberî ambargoyê hat silavkirin û ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re sersaxî hat xwestin. Her wiha heta gotin ku armanca ji polîtîkayên ambargoyê birçîkirina şêniyan e.

Bi navê partiyên siyasî yên li Minbicê, endama meclîsa PYDʹê ya Minbicê Bêrîvan Mehmûd jî daxuyanî da. Bêrîvan Mehmûd ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Helebê şermezar kir û got: "Em partiyên siyasî yên bajarê Minbicê dibêjin êşa gelê me êşa me ye. Gelê me yên li deverên dorpêçkirî ne bi tenê ne. Em jî bi wan re ne."