Şehîd El Nasir li Reqayê hat veşartin
Şervanê QSD’ê Îbrahîm Îsmaîl El Nasir, ji aliyê bi Sedan Reqayiyan ve hat veşartin.
Şervanê QSD’ê Îbrahîm Îsmaîl El Nasir, ji aliyê bi Sedan Reqayiyan ve hat veşartin.
Bi sedan Reqayî, fermandar û şervanên QSD’ê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziya Birîndarên Şer ên QSD’ê û rûspiyên eşîran jî di nav de, cenazeyê şervanê QSDʹê Îbrahîm Îsamîl El Nasir ê şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajarokê Hikumiyê ya Reqayê veşart.
Meresim, bi dêlindêzeke leşkerî ya QSDʹê dest pê kir.
Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îman El Mihemed axivî. Îman El Mihemed sersaxî ji malbata şehîdan re û li ser kesaeyta şehîd El Nasir jî axivî û got: "Şehîd Îbrahîm El Nasir sala 2018ʹan tev li QSDʹê bû. Di şerê me yê li dijî terorê de hevalê me Îbrahîm birîndar bû, lê tevî birîna xwe ji erka xwe ya pîroz dûr neket. Herî dawî di ber parastina welatê xwe de tev li karwanê nemiran bû. Ji vir, ji cihê pîroz em cenazeyê wî yê pak dispêrin axê."
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Meter El Şexil jî got: "Şehîd, ew mirovên leheng in, soz dan û sozên xwe bi cih anîn, şer kir û ji bo azadiya me û aramiya herêmên me şehîd bû."
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestê malbatê hat kirin. Di dawiyê de nimêj li ser cenaze hate kirin û gava veşartina cenaze dirûşme hatin berzkirin.