Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya erdhejê giran dibe

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Sûriyeyê, ji ber erdhejê herî kêm 2 hezar û 998 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Erdheja bi dijwariya 7.8 pile ya ku li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê di 6'ê Sibatê de rû da, bandoreke giran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek bajarên Sûriyeyê û rojhilatê Derya Spî kir.

Li gorî daxuyaniya doh a Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen Mihemed El Xebaş, bîlançoya qurbaniyan bû hezar û 262, ya birîndaran jî bû 2 hezar û 285 kes.

Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê tenê herêmên kontrola hikumeta Şamê digirin nava xwe.

HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYEYÊ

Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber erdhejê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Hat ragihandin ku li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî, hezar û 730 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 850 kes jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne, ji lew re dibe ku bîlnaço girantir bibe.