Gelê Til Temir û Zirganê li dijî tecrîd û dagirkeriyê daketin qadan

Til Temir û Zirganê bi sedan kesên daketin qadan tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Bi sedan welatiyên navçeyên Til Temir û Zirgan ên Kantona Cizîrê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir kom bûn.

Çalakî heta dawiya kolana Şehîd Omer Baravî dewam kir.

Cîgirê Serokê Meclisa Navçeya Zirganê Xizir El Elî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê. Xizir El Alî ev tişt anî ziman: "Em ê bi yekbûna hêzên xwe van êrîşan têk bibin. Em bang li hêzên navneteweyî û hiqûqî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hev re tevbigerin."

Endama Kongra Star a Til Temir Ayhan Yûnis jî wiha got: "Em di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibin, pêwîste gelê herêmê rastiya van planên qirêj bizanibe. Erdogan li hemberî gerîla têk çû, lewma hewl dide tola xwe ji gelê herêmê hilîne.”

Çalakî bi dirûşma 'Berxwedan jiyan e' bi dawî bû.