BI DÎMEN

Telat Yûnis: Em ê bi hêza xwe zehmetiyan derbas bikin

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk bi milyonan mirov bê elektrîk, bê av û bê xizmet man û got ku tevî zehmetiyan jî ew ê li ber xwe bidin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku sekin, helwest û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk xurt e û ev tişt got: “Wan xwest bi temamî gel mehkûmî bêhêvîtiyê bikin, lê gelê me xwedî li destkeftiyên xwe derket û armanca wan vale derxist. Ewane li benda koçberiyeke mezin bûn, lê gelê me israr kir ku li ser xaka xwe û di malên xwe de bimîne. Biryara berxwedanê da û li dora rêveberên xwe bû xelek.”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Telat Yûnis diyar kir ku helwest, sekin û berxwedana gelê herêmê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk xurt bû û got: “Wan xwest bi temamî gel mehkûmî bêhêvîtiyê bikin, lê gelê me xwedî li destkeftiyên xwe derket û armanca wan vale derxist. Ewane li benda koçberiyeke mezin bûn, lê gelê me israr kir ku li ser xaka xwe û di malên xwe de bimîne. Biryara berxwedanê da û li dora rêveberên xwe bû xelek.

Di êrîşên dawî de Stasyona Elektrîkê ya Siwêdiyê ku hemû pêdiviya elektrîkê ya Cizîrê dabîn dike, bi temamî hate tahrîbkirin. Stasyonên elektrîkê yên Amûdê, Dirbêsiyê, Qamişlo û Tirbespiyê bi temamî ji xizmetê derketin. Hema bibêje beşekî mezin ê elektrîka bajarên girêdayî Kantona Cizîrê qut bûne. Stasyonên gazê hatin îmhakirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 milyon mirov bêyî gaz man. Beşekî mezin ê stasyonên petrolê hatin hedefgirtin. Mirov jî di rêjeyeke mezin de, bêyî mazot man. Gelê me bi salane li tevî her cure şert û mercên şer, li dijî ambargo, dorpêç û êrîşan li ber xwe dide û têdikoşe. Îro jî Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe re li gorî hemû rewşan di nava hewldanekî mezin de ye. Belê em ê pêvajoyên zehmet bijîn, lê em ê bi hêza xwe derbas bikin.”

‘DI VÊ PÊVAJOYA ZEHMET DE GEL SEKNEKÎ BI HEYBET RABER KIR’

Telat Yûnis anî ziman ku gel û rêveberî hebûn û jiyana xwe bi hev re didomîne û got ku di sîstema Rêveberiya Xweser de gel û rêveberî cuda nîne. Yûnis destnîşan kir ku divê ew sîstema xwe ya parastinê xurt bikin û got: “Divê em bi hev re sazî, destkeftî û xaka xwe biparêzin. Ev wezîfeya me ya sereke ye. Di van êrîşên dawî de diyar bû ku gel sîstema xwe ya parastinê çawa rêxistin kiriye. Gel li dijî êrîşên balafiran nesekinî û daket qadan. Xwedî li saziyên xwe derket û parast. Cihên ku balafirên şer lêxist, gel herikî wir. Ev bersiva gel bû û êdî gel amade ye ku parastina herêm û destkeftiyên xwe bike. Bi taybetî jî di vê pêvajoyê de sekneke bi vî rengî bi heybet hebû. Ji bo ku em zehmetiyên vê pêvajoyê derbas bikin, divê gel baş bikeve ferqa vê rewşê. Li gorî vê hem tedbîrên jiyanî bigire, hem jî karên xwe yên rojane li gorî rewşa heyî bike. Divê em bi hev re alîkariyê bidin saziyên xwe yên xizmetê. Em dikarin saziyên xwe yên zirarên mezin dîtine, ji nû ve hîn xurttir û pêşketîtir ava bikin. Di heman demê parastina wê ya xurt biafirînin.”

‘ME HER TIM XWE SPARTIYE CIVAKA XWE’

Telat Yûnis diyar kir ku hêzên koalîsyonê ji ber berjewendiyên xwe li herêmê ne û got: “Li pêş çavê wan balafirên şer êrîş dikin; gel, çavkaniyên jiyanê û saziyan hedef digirin. Evane hemû sûcên şer in, lê li hemberî van sûcan bêdeng dimînin. Rastiya van hêzan ev e. DAÎŞ ji van êrîşên dewleta Tirk hêz digire, ji ber ku hedef girtina nuqteyên kontrolê yên asayîşê, Girtîgeha Sînaa û Kampa Holê piştigiriya ji DAÎŞ’ê re ye. Em şerê xwe yê li dijî DAÎŞ’ê didomînin, lê koalîsyon divê vê xeteriyê li berçav bigire û bikeve tevgerê. Eger hebûna wan ti tevlêkariyê li aramî û ewlehiya herêmê neke, wê ev gel jî xwedî helwest be. Wê demê hebûna wan, wê weke nebûna wan be. Me heta niha xwe ne spartiye ti hêzên derve. Her tim civaka me bingehê hêza xwe ava kiriye. Me her tim xwe spartiye civaka xwe. Hêza me ev e.”

‘HIKÛMETA ŞAMÊ DI DERDÊ PARASTINA DESTHILATDARIYA XWE DE YE’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku hikûmeta Şamê jî di derdê parastina desthilatdariya xwe de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hikûmeta Şamê ne di derdê parastina xaka Sûriyeyê yan jî gelê Sûriyeyê de ye. Ji xwe ji ber vê yekê Sûriye ji hemû hêzan re bûye qadeke vekirî. Xaka Sûriyeyê hate dagirkirin. Li dijî gelê Sûriyeyê komkujî hatin kirin. Bajar hatin şewitandin û hilweşandin. Gelê Sûriyeyê koç kir û niha belavî hemû welatên cîhanê bûye. Dewleta Tirk xaka me dagir kir, lê hikûmeta Şamê li hemberî vê yekê dengê xwe dernexist. Mîna Efrîn, Serêkaniyê, Cerablûs û Bab bajarên Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. Li wan deran ala dewleta Tirk diheje. Zimanê dewleta Tirk tê karanîn. Hemû hewldana dewleta Tirk ew e ku van deveran bi temamî ji Sûriyeyê qut bike. Niha li dijî binesaziya herêmê êrîş tên kirin. Ev binesazî ya hemû gelên Sûriyeyê ye. Deverên ku hatine hedefgirtin, pêdiviyên hemû gelên Sûriyeyê ne. Ev bêdengî, li dijî gelê me hevkariyekê nîşan dide. Eger hikûmeta Şamê di vê siyaseta xwe de israr bike, wê ev yek bibe sedem ku demê pêş krîza Sûriyeyê hîn kûrtir bibe.”