Şêniyên Dêrezorê daketin qadê: Dewleta Tirk dixwaze herêmê tune bike

Li Dêrezorê bi sedan kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û peyama "Dewleta Tirk dixwaze tevahiya herêmê tune bike" dan.

Bi sedan şêniyên rojhilatê kantona Dêrazorê bi xwepêşandaneke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de bi sedan şênî, rûspî û serokeşîr, endamên meclisên xwecih û leşkerî û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Xwepêşandanê ji pêşiya meclisa herêma rojhilat a bajarokê Hecîn dest pê kir û ber bi nexweşxaneya giştî ya Hecînê ve bi rê ket.

Li wir, hevserokê meclisa herêma rojhilat Selah El Selman daxuyaniyek xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Bi navê Meclisa Dêrazorê û Partiya Sûriyeya Pêşerojê, hevserokê meclisê Yehya El Elî wiha axivî: "Ev êrişên hovane pîvan û qanûnan nas nakin û siyaseta ‘xaka şewitî’ didin meşandin da ku herêmê wêran bikin û wê bikin navenda şer, wekî ku Dewleta Osmanî kiriye."

Bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rêvebera meclisê Muna El Hamid jî êrîş û hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û aborî şermezar kirin.