Bi sedan kes çûn sersaxiya Zelal Zagros
Bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) a li Kerkûkê hat qetilkirin.
Bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) a li Kerkûkê hat qetilkirin.
Welatiyên li Kantona Cizîrê û endamên saziyên sivîl çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) ku li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li Taxa Miftî ya Hesekê hatibû qetilkirin.
Xizmê şehîd Zelal Berhem Xalid jî diyar kir ku hedefgirtina şehîd Zelal êrîşeke ne exlaqî ye û PDK'ê weke berpirsyarê vê bûyerê dît.
Di van 3 salên dawî de di encama êrîşên MÎT’ê yên dewleta Tirk a dagirker a bi piştgiriya PDK’ê de gelek kesên weke şehîd Şukrî Serhed, Nagehan Akarsel û şehîd Ferhad Şîblî bûn hedef.