Dewleta Tirk êrîş kir, 150 ton genim xirab bû

Rêveberiya Xweser ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 150 ton genim xirab bûye.

Hevserokê Saziya Pirkirina Tovan a kantona Firatê Mihemed Miskozade ji bo Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên di 14'ê Çileyê de yên li dijî embara tov a saziyê de, jeneratorên kehrebeyê rawestiyan û zirar gihîşt makîneyên paqijkirin û veqetandina tov.

Mihemed Miskozade ev agahî dan: "Di encama êrîşê de zirar gihîşt 150 ton genimê embarkirî. Her wiha zirar gihîşt erebeyên veguhastinê û odeya madeyên veqetandinê û banê avahiyê. Zirara giştî 150 hezar dolar e."

Ji şeva înê ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên giran bi rêya balafirên bêmirov û yên şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û êrîşî zêdetirî 80 navendan kiribû.