Endamê Hêzên Ceyş El Siwar li Minbicê hate veşartin
Endamê Hêzên Ceyş El Siwar Kerîm Mihemed Îbrahîm bi merasîmeke li Minbicê hate veşartin.
Endamê Hêzên Ceyş El Siwar Kerîm Mihemed Îbrahîm bi merasîmeke li Minbicê hate veşartin.
Li Minbicê ji bo endamê Hêzên Ceyş El Siwar Kerîm Mihemed Îbrahîm merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîma ku nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan û endamên meclîsê jî di nav de bi sedan kes amade bûn, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ela Cuma El Elî axivî. El Elî got, "Em ji bo şehîdên ji bo vî welatî canê xwe dane, li vir in. Şehîd meşaleya gelên azad û şoreşê ne."
Endamê Buroya Siyasî ya Hêzên Ceyş El Siwar Ebdulqadir El Hisên diyar kir ku ew têkoşîna şehîdan silav dikin û sembola şoreşê ne.
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Minbicê Sîham Hemo jî axaftinek kir û destnîşan kir ku Minbicê bajarê berxwedanê ye. Sîham Hemo got, “Hemû pêkhate ji bo her kes li bajêr bi ewle bijîn, têdikoşin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin, heta ku projeya neteweya demokratîk pêk were em ê têkoşînê bidomînin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Piştî merasîmê şehîd Kerîm Mihemed Îbrahîm li Şehîdgeha Minbicê hate veşartin.