Jinan qetilkirina Firyal Silêman şermezar kirin
Jin û rêxistinên sivîl ên ku li Kobanê, Dêrezorê, Reqa û Tirbêspiyê daketin qadan û gotin, "Em ê hesabê kujerên Zelal Zagros (Firyal Silêman) bipirsin."
Jin û rêxistinên sivîl ên ku li Kobanê, Dêrezorê, Reqa û Tirbêspiyê daketin qadan û gotin, "Em ê hesabê kujerên Zelal Zagros (Firyal Silêman) bipirsin."
Jina Kurd a şoreşgera Zelal Zagros (Firyal Silêman) a di 18’’ê Çileyê de li Kerkûkê hat şehîdkirin, li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.
Meclîsa Civaka Jin a Kantona Zenûbiya ya Dêrezorê bi beşdariya rêxistinên jinan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetilkirina Zelal Zagros yek ji sûcên li dijî jin û çalakvanên siyasî ye.
Koalîsyona NADA’yê bi boneya 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku Efrîn veguheriye qada sûcên dewleta Tirk lê tê kirin.
Koalîsyona NADA'yê got, "Em bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku bibin yek, ji bo hemû jinên herêmê dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.”
KOBANÊ
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê qetilkirina Zelal Zagros şermezar kir. Endama Meclîsê Darya Mihemed daxuyanî da û got, “Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê li hemû cîhanê bûye pirsgirêk. Li dijî gelê Kurd polîtîkayên komkujî û qirkirinê dimeşîne. Ji sala 2013’an û vir ve êrîşên li ser siyasetmedar û şoreşgerên jin berdewam dikin. Ji komkujiya Sara, Ronahî û Rojbîn a li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an û vir ve li çar aliyên Ewropa û Kurdistanê bi dehan komkujî li dijî jinên şoreşger û siyasetmedar hatin kirin. Em bang li gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd dikin ku li dijî êrîşan rabin ser piyan, berxwedan û têkoşîna azadiyê mezin bikin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî plan û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker têbikoşin.”
DIRBÊSIYÊ
Kongra Star li navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek da û bertek nîşanî şehadeta Zelal Zagros da. Kongra Star bang kir ku berpirsyarên qetlîaman bên eşkerekirin û cezakirin. Kongra Star destnîşan kir ku ew ê di rêya şehîdan de têkoşîna xwe bidomînin.
REQA
Jinên Reqayê jî têkildarî salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê û şehadeta Zelal Zagros daxuyaniyek da. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Reqayê ya Civaka Zenûbiya Buseyne El Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker serî li hemû rêyên qirêj dide.
Buseyne El Ebdo diyar kir ku şehadeta Firyal Silêman sûcekî dij exlaqî û dijmirovî ye û got ku ew ê şopdarên têkoşîna şehîdan bin.