Li Minbicê bi ser şaneya çeteyên DAÎŞ’ê de hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser cihên çeteyan li Minbicê de girt, di encamê de çeteyekî DAÎŞˊê hate kuştin û 3 çeteyên din jî hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser cihên çeteyan li Minbicê de girt, di encamê de çeteyekî DAÎŞˊê hate kuştin û 3 çeteyên din jî hatin girtin.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziya ewlehiya giştî agahiyên belgekirî der barê 4 kesên di nava şaneyeke veşartî ya çeteyên DAÎŞˊê de ne şopandin, ew çete li Minbic û gundewarên wê çalak in û gelek êrîşên terorane li bajêr pêk anîne.
Li gorî navendê, hêzên ewlehî û hêzên operasyonan berbanga vê sibehê bi ser cihên wan de girtin û di serdegirtinê de çeteyekî êrîş kir û di encamê de hate kuştin, 3 çeteyên din jî hatin girtin û tiştên li gel wan hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku lêpirsînên destpêkê bi wan çeteyan re tên kirin. Li gorî wan lêpirsînan hate diyarkirin ku wan li bajêr û gundewarên wê gelek êrîş pêk anîne û dê piştî lêpirsîn bi dawî dibin wan êrîşan eşkere bikin.