BI DÎMEN

Gulbihar Kobanê: Em ê êrîşan hemûyan têk bibin

Gulbihar Kobanê diyar kir ku mîna têkbirina êrîşa DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Girtîgeha Sînaayê, ew ê hemû êrîşên li ser herêmê têk bibin û got, "Li dijî planên qirêj em li ser piyan e û ji her demê bêhtir xurt in."

Di ser êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser taxa Xiwêran a Hesekê re 2 sal derbas bûn ku 20'ê Çileya 2022'an hatibû kirin. Ji fermandarên YPJ'ê Gulbihar Kobanê ji ANF'ê re qala armanca êrîşa li ser girtîgehê kir û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê vegot.

Gulbihar Kobanê anî ziman ku dewleta Tirk û hêzên komploger ji bo pêşketinên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê asteng bikin bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê gelek senaryo plan kirin û got, "Di sala 2020'î de jî li ser Xiwêranê senaryoyeyek bi vî rengî amade kiribûn, hewl dabûn ku êrîş bikin. Hem asta amadekariyê ya hêzên me yên leşkerî, hem jî îstîxbarata gihîşt ber destê me, hewldaneke êrîşê ya sala 2020'î kifş kirin û têk birin. Lewma bi plan û projeyeke nû hewl dan êrîş bikin. Vê yekê jî kir ku êrîşa li ser Xiwêranê dereng bikeve."

Gulbihar Kobanê ragihand ku DAÎŞ'ê di 20'ê Çileya 2022'an de bi plan û projeyeke nû bi hevkarî û perspektîfa dewleta Tirk hewl da jinûve rabe ser xwe û wiha dewam kir, "Em zanin ku ev yek ne tenê bi destê dewleta Tirk bû, her wiha hin hêzên navneteweyî jî di nav de hebûn. Ji ber ku bêdengiya li hemberî şerê Xiwêranê, yan jî nêzîkatiyên bêalî yên têkildarî dewleta Tirk, bêdengmayin bû sedem ku lîstikên hêzên navneteweyî jî eşkere bibin."

Fermandar Gulbihar Kobanê got, "Êrîşa 20'ê Çileyê ya li ser Xiwêranê yan jî Girtîgeha Sînaayê êrîşeke ku berê hatibû plan kirin, li herêmên dagirkirî hatibû birêxistinkirin. Bi vî rengî wê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bihata dagirkirin. Di heman demê de plana dagirkirina Hesekê bû ku bi rola navendî radibe. Plana wê yekê bû ku li hundir derbê lê bixe."

Gulbihar Kobanê destnîşan kir ku êrîşên li ser Girtîgeha Sînaayê ku 5 hezar çeteyên DAÎŞ'ê lê têne ragirtin û rabûneke navxweyî ji aliyê YPJ-YPG-QSD ve hate astengkirin û got, "Ev polîtîka, êrîş û senaryo bi dehan caran hate têkbirin. Hewldan û êrîşên wan ji bo lawazkirina hêzên me bû. Xwestin ku nîşan bidin li bajarên di bin parastina YPJ-YPG-QSD'ê de ne kaos hîn jî dewam dike, aramî nîne. Lê belê her kesî ev rastî dît. Ragirtina DAÎŞ'ê li girtîgehê bi tena serê xwe cesareteke, hêzeke mezin e ku her kes zane, DAÎŞ bombeyeke zindî ye ku zerarê dide herêmê. Êrîş jî ji xwe li ser bingeha polîtîka îmhayê kirin. Bi esasî êrîşek ji bo îmhakirina gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bû."

Gulbihar Kobanê anî ziman ku sedema biserneketina êrîşê asta amadekariyê ya hêzên leşkerî ya beriya destpêkirina şer bû û got, "Kêlî bi kêlî rewş hate şopandin, di mijara pisporî û çalakîbûn welê amade bû ku yekser dest li êrîşan hate werdan. Bi teqîna kêliya destpêkê ya êrîşê re xwestin çeteyên li girtîgehê bixin nava liv û tevgerê û êrîşên ji derve bêne hêsanîkirin. Êrîş ji rêzê nebû. Dewleta Tirk, DAÎŞ û hêzên navneteweyî ne li bendê bûn ku hêzên me di vê astê de bersivê bidin."

Têkildarî têkoşîna ji niha û pê ve ya li dijî DAÎŞ'ê fermandar Gulbihar Kobanê got, "DAÎŞ hêz û wêrekiyê ji dewleta Tirk werdigire û zane ku dewleta Tirk li pişt e. Ji ber vê yekê bêfikar nêzîk dibe. Lê belê piştî êrîşa li Sînaayê tê dîtin ku tirs ketiye dilê DAÎŞ'ê. Li ser vê xakê têk çû, hate girtin, dîl hate girtin û hesab jê tê pirsîn. Her wiha zane ku ji bo karibe li ser piyan bimîne piştgiriya dewleta Tirk têrê nake. Di pêvajoya Sînaayê de ev yek fêhm kir. DAÎŞ'ê careke din fêhm kir ku dema ji aliyê YPJ-YPG-QSD'ê ve hate dorpêçkirin bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta Tirk nikare rizgar bibe. Bi eşkere hate dîtin ku hêzên navneteweyî li pişt DAÎŞ'ê sekinîn. Bi salan e li herêmên di bin kontrola YPJ-YPG-QSD'ê de têne ragirtin. Ji bo darizandina van DAÎŞ'iyan hêzên navneteweyî neketin nava hewldanekê. Her wiha ji bo gelên cîhanê ji belayê DAÎŞ'ê rizgar bibin, neketin nava hewldanan.

Ji ber vê yekê bi şert û mercên gelekî kêm ên hêzên me, DAÎŞ li herêmê tê ragirtin. Ya rast berpirsyariya hêzên navneteweyî ye ku pêvajoya darizandina DAÎŞ'ê bê destpêkirin, DAÎŞ li dadgehan derkeve pêşberî gel, her welat DAÎŞ'iyên xwe werbigirin. Lê belê di vê mijarê de jî hewldanek nîne. Ji xwe welatên ku welatiyên wan ên DAÎŞ'î li herêmên me ne, xwe nadin ber wergirtina welatiyên xwe yên DAÎŞ'î, mîna belayekî, mîna bombeyeke zindî dixwazin li herêmê bimînin û bi bêdengî pêvajoyê dişopînin. Hêzên ku ne alîgirê dadgehê ne, armanca xwe ya esasî ew e ku bikin ku DAÎŞ careke din li herêmê geş bibe, li ser gelan bibe metirsî. Ji bo van hêzên aramiya gelê herêmê girîng nîne, aramiya li welatê wan girîng e. ji bo karibin pozîsyona xwe ya li herêmê biparêzin bêdeng dimînin, ji rewşê aciz nînin. Ji aliyê taktîka leşkerî ve profesyoneliya me, ji aliyê amadekariya me ya perwerdeyê û temamkirina mijarên siyasî û leşkerî ve baweriya me bi xwe tam e. Bi berdêlên giran me şerê li Xiwêranê têk bir, lewma em ê êrîşan hemûyan têk bibin."