BI DÎMEN

Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Efrîn û Şehbayê di salvegera 6'emîn a destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de meşiyan.

Ji bo şermezarkirina roja 20'ê Çileyê, rojê depêka êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li pêşiya dibistana Muşat a Fafînê kom bûn.

Gel bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya rizgarkirina Efrîn û Kurdistan û herêmên dagirkirî ye” û bi rakirina şaxên zeytûnan, wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dibistana Muşat ber bi dibistana Ajotinê ya navçeya Fafînê ve meşiya.

Li dibistana Fafînê piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê rêveberiya herêmê Mustafa Hesen û li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehba Muşîre Menle Reşîd axivîn. Mustafa Hesen di despêka axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û got: “Gelê Efrîn her tim li ser şopa şehîdên xwe û persepektîfên Rêber Apo tevdigere, lewma weke gelê Rêber Apo dihate binavkirin. Di Berxwedana Serdemê de li ber her çiya û zinareke Efrînê şehîdê me çêbûn. Ji bo wê em ji her navçeyeke Efrînê re dibêjin îro gel li pey şehîdên xwe ye û wê vegere.”

Hesen diyar kir ku 6 sal in bê navber gel li ber xwe dide û got: “Ev 6 sal in gel bi moraleke bilind bê navber li ber xwe dide.”

Muşîre Menle Reşîd jî axivî û diyar kir ku bi siyaseteke tarî û komployeke navneteweyî dewleta Tirk êrîş bajarê Efrîn kir û got: “Di despêka vê şoreşê de gel li Efrînê xwe bi rêxistin kir û Efrîn herêmeke bi ewle bû, ji her alî ve xwe pêş xist. Ji bo wê jî bi hezaran kes li seranserî herêmên Sûrî berê xwe dan Efrînê û di wê demê de aloziya Sûrî lewaz ketibû. Dewleta Tirk çeteyên xwe li seranserî sînor bi cih kiribû, lê gelê Efrînê xwe bi xwe axa xwe diparast û gelê Sûrî pêşwazî dikir.”