Xelkê Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê daket qadan
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daketin qadan.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daketin qadan.
Di 20’ê Çileya 2018 li ser Bajarê Efrînê êrîşa dagirkeriya ya dewleta Tirk destpê kir. Ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê, bi sedan şêniyên Kantona Firatê daketin qadan. Meş ji qada Şehîd Egîd destpê kir, heta qada Jina Azad dom kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pecalên darên Zeytûnê hatin hildan.
Piştî ku meş gihîşt qada jina azad deqeyekê rêz hate girtin. Piştira jî Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmaz Romî axivî. Romî diyar kir ku dewleta Tirk çete nûjen kirin û berê wan çeteyan da Efrînê û wiha got: “Şervanên YPG û YPJ’ê û gelê Efrînê bi derfetên herî kêm di 58 rojan de berxwedanî û têkoşîneke bê hempa li hemberî dagirkeriyê raber kirin. Vaye şeş sal li ser dagirkeriya Efrînê re derbas bû. Çeteyên hov jin, zarok û kalan qetil dikin, xwezaya Efrînê tune dikin. Tevahî cîhan jî li hemberî van kiryaran bêdeng e.”