Di 20’ê Çileya 2022’yan saet 19.00’an de çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku nêzî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn binçavkirin, êrîşek pêk anîn. Piştî ku wesayîteke bombebarkirî û motorsîkletek li ber deriyê Girtîgeha Sînaayê hat teqandin, ji sê aliyan ve êrîşî girtîgehê kirin. Piştî ku êrîş hate şikandin çeteyên DAÎŞ’ê 3 tankerên sotemeniyê yên şîrketa Sadkop a li xaçerêya Basilê şewitandin. Piştî ku êrîşa li ser Girtîgeha Xiwêran a Hesekê bi ser neket, çeteyên DAÎŞ’ê yên di girtîgehê de hewl dan birevin. Ji bo rewş careke din bixe bin kontrolê, YPJ-YPG-QSD’ê li dijî girtîgehê operasyon da destpêkirin.
Li gorî qonaxa yekem a planê, ligel êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê yên di girtîgehê de dê kontrol bikin û xwe bigihînin kamyona tijî cebilxane ku li nêzîkî deriyê girtîgehê hatibû hiştin û paşê jî Xiwêran û navçeya Zihûrê bi dest bixin. Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkê girtîgeh û avahiya zanîngehê ya li kêleka wê dorpêç kirin.
Ji 24-31’ê Çileyê ve li Hesekê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî qedexeya derketina derve ya qismî hatibû ragihandin. Bi kontrolkirina taxên Xiwêran, Zihûr û taxên derdora wê ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Hesekê, Dêrezor û Reqayê operasyona paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê hate destpêkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê di roja 3'yemîn a êrîşê de 700 zarokên DAIŞ'ê (Eşbal El-Xîlafe) di şaneyên cuda de weke mertalên zindî di zindanê de bi kar anîn û Pêngava Gel a Macê ku QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi baldarî nêzî wê bûn, hêdî hêdî bi pêş ve diçû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku girtîgeh di 26’ê Çileyê saet 14:50’an de hatiye kontrolkirin û 3 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ’ê teslîm bûne. Di operasyona lêgerînê ya ku li dijî girtîgehê hat destpêkirin de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat dîtin ku zêdeyî 60 çete xwe veşartine. Di 30'ê Çileyê de dema girtîgeh bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin, xebatên lêgerîn û kontrolê bi dawî bû. Welatiyên Ereb, Kurd, Asûrî û Suryanî yên ku li Hesekê dijîn, di Operasyona Gel de cih girtin ji bo parastina ewlekariya taxan û piştgirî dan Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û diyar kirin ku ew li pişt hêzên ku ewlehiya herêmê pêk tînin, radiwestin û xwe dispêrin hêza xwe.
Li gorî belgeyên bi dest ketine û îtîrafên çeteyan, eger êrîşa li ser Girtîgeha Sînaa bi encam bibûya, wê êrîş li Hesekê, Hol, Şedadê û Dêrezorê belav bibûna. Çeteyên DAÎŞ’ê hewl dida êrîşeke berfireh li ser herêmê pêk bînin.
Di êrîşên ji herêmên dagirkirî yên weke Serêkaniyê û Girê Spî de hin çeteyên DAÎŞ’ê hatin xurtkirin, hin jî ji aliyê Iraqê ve hatin xurtkirin. Êrîş li derveyî sînorên Sûriyeyê bi awayekî plankirî û bi koordîne pêk hat. Careke din derket holê ku çeteyên ku ji Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, derbasî Hesekê û herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de bûne. Her wiha di heman rojê de wesayiteke Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ku ji bo piştgiriyê bide operasyona li dijî êrîşa li Xiwêranê hatibû destpêkirin, bû hedefa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker. Ligel van geşedanan dewleta Tirk a dagirker li derdora Til Temirê dest bi komkirina hêzên xwe yên leşkerî kir. Di heman demê de di êrîşên 22’ê Çileyê yên li dijî Eyn Îsayê dijwar bûn de 2 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Tesîsên av û elektirîkê jî hedef hatin girtin û nedikarîn bên bikaranîn.
Êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya ku di 20'ê Çileyê de dest pê kiribû, di 30'ê Çileyê de bi dawîbûna xebatên lêgerînê bi dawî bû. Çeteyên DAÎŞ’ê 70 kesên ku ewlehiya girtîgehê diparêzin û di girtîgehê de kar dikirin, şehîd kirin. Her wiha 40 şervan û 4 welatî di çalakiyên 7 rojan ên li derveyî Girtîgeha Sînaa de şehîd bûn. Di çarçoveya Pêngava Gel de bi giştî 114 personel û şervanên ku bi qehremanî şer kirin şehîd bûn, 374 çeteyên DAÎŞ’ê jî hatin kuştin.
SIBÊ: Gulbihar Kobanê: Em ê hemû êrîşên mîna Xiwêran têk bibin.