Şervanê QSD'ê Zeyd El Şêx bi merasîmekê hat veşartin
Şervanê QSD’ê Zeyd Ehamd El Şêx bi merasîmekê li bajarê Reqayê veşartin.
Şervanê QSD’ê Zeyd Ehamd El Şêx bi merasîmekê li bajarê Reqayê veşartin.
Di merasîmê de xelkê Reqayê, QSDˊê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, rûspî û şêxên eşîran, Meclîsa Rêveber a Kantona Reqa, partiyên siyasî, meclîs û komîn beşdar bûn.
Li goristanê endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Xelef axivî û sersaxî ji malbata şehîda xwest.
El Xelef wiha got: "Em îro rûbirûyî xeteriya DAÎŞˊê ya bi rûya nû ne, ew jî Erdogan û çeteyên wî ne. Erdogan û çeteyên wê herêmên me, binezasî, avahiyên stratejîk bombebaran dikin. Lê ew nikarin vîna gelê me ku berdêleke mezin di oxira azadiyê de daye, têk bibin. Em soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."
Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Feyroz Xelîl jî ev tişt nî ziman: "Bi vîna dayikên şehîdan ku ev leheng welidandine, parastina rûmet û tevahî Sûriyeyê dikin me karî tevahî pêkhateyan hembêz bikin."
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.