Di 18’ê Adara 2018’an de ji dema dagirkirina herêma Efrînê tawan û binpêkirinên ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên bêguneh bi hemû şêweyên xwe berdewam in. Di nav de jî kuştin, revandin, êşkencekirin, desteserkirina mal û milkên giştî û taybetî û hwd. Ev binpêkirin bi taybetî bandor li zarok û jinan kiriye. Tevî hebûna mafên mirovan û parastina wan a taybet li gorî hiqûqa navneteweyî, bêdengiya dewletan bûye sedem ku hejmara zarokên hatine kuştin bigihêje zêdetirî 90 zarokan û hejmara birîndaran bighêje 330 zarokî.
Tevî ku zêdetir 50,000 xwendekarên keç û xort ji mafê xwendinê dûr ketine, 100,000 zarok koçber bûne û hema hema bi temamî ji rewşa tenduristî, civakî û derûnî bêpar mane jî, piraniya wan li kampên penaberiyê di şert û mercên jiyanê yên pir dijwar de dijîn. Gelek ji wan ji ber şerê dewleta Tirk û dorpêça hikûmeta Şamê rastî ziyanên derûnî hatine.
Di vê çarçoveyê de çalakvanê mafên mirovan Parêzer Xalid Cebir, têkildarî salvegera 6’emîn a dagirkirina bajarê Efrînê ji ajansa ANF’ê re axivî. Cebir, diyar kir ku, binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin hêj jî berdewam in û wiha got, “Helbet ev dagirkeriyeke hovane li dijî civaka navneteweyî û peymanên navneteweyî û li dijî bajarê Efrînê ye. Dewleta Tirk mafê zarokên bajarê Efrînê binpê kir û hêj ev binpêkirin berdewam in. Ji ber ku Tirkiye rasterast zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li bajarê Efrînê bi taybet dike hedef. Armanca van binpêkirinan ew e ku nifşên Kurdan bi dawî bikin. Ji ber ku weke nifşên paşerojê tên dîtin."
Cebir, da zanîn ku li hemberî binpêkirinan bêdengiya navneteweyî jî berdewam dike û wiha domand, “Ji ber ku qanûnên navneteweyî û Peymana Mafên Zarokan di sala 1989’an de parastineke tam ji zarokan re danî. Lê dewleteke mîna dewleta Tirk a dagirker hemû peymanên navneteweyî yên ku ji bo parastina zarokan hatine avakirin, paşguh dike. Zarok, dibistan û binesaziya wan dike hedef û ev mîna binpêkirinên mafên mirovan ên mezin tên dîtin."