Malbatên Şehîdan: Êrîş rasterast bi dewleta terorê re pêwendîdar e

Meclîsa Malbatên Şehîdan ên Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku qetilkirina Firyal Xalid rasterast bi dewleta Tirk re pêwendîdar e û xwestin ku ji bo eşkerekirina kujeran komîteyek lêkolîne ya serbixwe ya nevneteweyî ava bibe.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê hedefgirtina têkoşer û fermandar Firyal Xalid (Zelal Ciger) li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em êrîşa çekdarî ya li dijî têkoşera şoreşger û fermandara tevgera azadiya jinê Zelal Hesekê li bajarê Kerkûkê yê Kurdistanê şermezar dikin. Ev êrîş rasterast bi dewleta terorê ve girêdayî ye. Têkiliya vê êrîşê bi îstîxbarat û sîxurên dewleta Tirk re heye.”

Meclîsê di daxuyaniya xwe de der barê sûcên ji hêla rejîmên terorîst ve bêdengiya navneteweyî li dijî welatiyên Kurd ên li cîhanê pêk tên şermezar kir û got dema hatiye ku aliyê navneteweyî bi taybetî rêxistinên têkildarî li hember vê yekê bisekinin û nehêlin ev sûc werin dubarekirin û sûcdaran ceza bikin.

Meclîsê dawiya daxuyaniyê de bang kir ku komîteyeke lêpirsîna rastiyan a navneteweyî, serbixwe û yekalî were avakirin ku rastiyên têkildarî qetilkirina siyasetmedaran de eşkere bike.