BI DÎMEN

Meclîsa Malbatên Şehîdan qetilkirina jina şoreşger şermezar kir

Meclîsa Malbatê Şehîdan a Kantona Firatê, bi daxuyaniyekê êrîşa sûîqestê ya li dijî şoreşgera jin a Kurd Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros), şermezar kir û banga xwedîderketinê li jinan kir.

Di 18’ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê pêşeng û şoreşger Feryal Silêman Xalid di encama sûîqestekê de hate qetilkirin. Îro jî ji aliyê Meclîsa Malbatê Şehîdan a Kantona Firatê, têkildarê qetilkirina jina şoreşger daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîda a Kantona Firatê Deriya Mihemed ve li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê hat xwendin.

Di daxuyaniya meclîsê de ev tişt hatin gotin:

“Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku bûye bela li serê cîhanê, komkujî û polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, ji sala 2013'yan û vir ve bi rêk û pêk bi qetilkirina jinên Kurd ên polîtîk û şoreşger, dewam dike. Piştî ku li paytexta Fransa Parîsê hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin, li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dehan şoreşger, siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin qetilkirin. Pêwendiya van êrîş û komkujiyan bêguman bi zanebûn û hişyarbûna bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a 50 salan û asta pêşengiyê ya jinê li nava têkoşîna azadiyê heye. Dewleta Tirk ji bo asta têkoşînê ya jinên Kurd qels bike, mîna şebekeyeke kuştinê tevdigere."

Li pişt bûyera qetilkirina hevrê Firyal a li Kerkûkê dewleta Tirk heye. Ev yek jî hevkariya Mala Berzanî û xiyaneta wan a li dijî têkoşîna gelê Kurd bi awayekî eşkere nîşan dide. Bi hezaran jin ên girtî li zindanan li ber xwe didin. Dijmin ji jinên Kurd ên têkoşer û bi hêz ditirsin. Li gel vê yekê dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ên li Kerkûkê têk bibe, bê Kurd bihêle, gelan li ber hev rake, kaosê biafirîne, nakokiyan kûr bike û şer bide destpêkirin. Di vê demê de ku şer û nakokiyên berjewendiyan ên hegemonya kapîtalîst-emperyalîst û serweriya mêr zêde bûne, li gelek deverên Rojhilata Navîn û Asyayê şer diqewime, dewleta Tirk a faşîst-nijadperest dixwaze sûdê ji vê yekê werbigire û giranî daye ser komkujiyên Kurd û jinan. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan li binesaziya aborî û civakî ya gelê me dibarîne, pêwîstiyên herî bingehîn; navendên av, elektrîk û amberên genim tune dike, dixwaze gelê me koçber bike û demografiyê biguherîne. Bi van êrîş û komkujiyan dixwaze armanca xwe ya qirkirina Kurdan bi ser bixîne û zemîn û derfetê ji polîtîkayên Neo-Osmaniyê re biafirîne. Lê em careke din destnîşan dikin ku hûn ê nikaribin vê bi ser bixînin, hûn ê têk biçin. Weke jin, em ê têkoşîna azadiyê xurt bikin, mezin bikin û weke gelê Kurd jî em ê xaka xwe neterikînin, bi gelan re bijîn û xaka xwe bikin warê azadiyê.

Em bang li gelê xwe û jin ên ciwan ên Kurd dikin ku weke Firyal ên nû tevlî nava refên berxwedan û têkoşîna azadiyê bibin, bi vî rengî bersiva herî xurt bidin dewleta Tirk a faşîst. Em bang li jinên têkoşer ên ku li dijî sîstema desthilatdariya mêr û antî kapîtalîst li ber xwe didin û azadiya jinan ji xwe re kirine armanc dikin; li ber kuştinên polîtîk ên dewleta Tirk rabin û helwestê nîşan bidin. Di serî de civaka navneteweyî ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst xwe bêdeng dike û tiştekî nake, em bang li hêzên herêmî û welatên ku cînayet lê diqewimin dikin ku helwestê nîşan bidin, berpirsyariyên xwe pêk bînin.”