Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk man
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku 13'ê Çileyê destpê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk û bê av man.
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku 13'ê Çileyê destpê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk û bê av man.
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stasyonên elektrîkê bi temamî ji dewrê derketin. Santrala elektrîkê ya Dirbêsiyê 2 caran, santrala elektrîkê ya Amûdê carekê, santrala elektrîkê ya Qamişloyê 2 caran, santrala elektrîkê ya Tirbespiyê 2 caran hatin bombekirin. Di encama êrîşan de 4 stasyonên elektrîkê bi temamî ji dewrê derketin.
Li santrala elektrîkê ya Siwêdikê ku navenda stasyona elektrîkê ye, di encama êrîşan de 12 trîbunên wê têk çûn. Trafoyên li her trîbunekê û stasyonên biçûk ên ji xebitandina trîbunan re dibûn alîkar bi temamî ji dewreyê derketin.
Stasyona gazê ya Siwêdikê ku dewleta Tirk a dagirker çar caran êrîş bir ser, bi temamî têk çû. Bi vî rengî hilberîna gaza LPG'ê bi temamî sekinî.
Di encama hilweşîna ji ber êrîşên dewleta Tirk de li Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Koçer û Til Hemîsê 2 hezar û 230 gund bê elektrîk man. Li Kantona Firatê jî 300 gundên Eyn Îsayê bê elektrîk man.
Li navenda bajarê Kobanê di encama êrîşa li ser stasyona elektrîkê de stasyona elektrîkê ya ku 30mW elektrîk hildiberand û digihand 360 gundên Kobanê ji xizmetê derket. Li gel Eyn Îsa û Kobanê li 660 gundên ser bi van navendan ve bê elektrîk man.
GEL BÊ AV MA
Ji ber van êrîşan her wiha bîr û stasyonên avê yên bi elektrîkê kar dikin, sekinîn. Li Kantona Cizîrê ji 450 bîrên ava vexwarinê tenê 124 ji wan av jê tê kişandin.
Stasyona Sefan ku kantona Cizîrê pêwîstiya xwe ya avê jê tedarik dike, ji ber êrîşan nikare bixebite. Ev navenda ku avê dide xelkê Dêrazor, Girkê Legê, Çil Axa, Tirbespiyê û Qamişloyê niha nikare xizmetê bike.
Stasyona avê ya Hilêliyê ku xizmetê dide ji sedî 75 ê şêniyên Qamişloyê ji ber êrîşa li ser stasyona elektrîkê nikare bê xebitandin. Stasyonên avê yên Ceqceq û Uwecê ku pêwîstiya avê ya bajêr tedarik dikin, ji ber nebûna elektrîkê nikare avê biherikînin.
Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Silêman û Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Ayşe Nasir têkildarî êrîşên li ser çavkaniyên enerjiyê agahî dan.
AMBARGO LI PÊŞIYA PEYDAKIRINA ALAVAN DIBE ASTENG
Ekrem Silêman anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker nêzî 54 caran êrîş bir ser çavkaniyên enerjiyê û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha krîza elektrîk, petrol û gazê heye. Parzûngeha mazotê bi temamî hate bombekirin û xerakirin. Pirsgirêkeke cidî ya gaz, mazot, benzîn û elektrîkê heye."
Ekrem Silêman diyar kir ku derfetên wan ên ji bo sererastkirina çavkaniyên enerjiyê yên hatin xerakirin nîne û li ser sedema wê jî got, "Tamîrkirina parçeyên li navenda enerjiyê ya Siwêdikê zehmet e. Bi êrîşan re bi temamî hatin xerakirin. Ji sedî sed zerar li parçeyan bû. Ji bo navenda gazê careke din bê xebitandin li ber destê me derfet nîne. Ji ber nebûna elektrîkê petrol, gaz nikare bê bikaranîn. Ji ber ku çavkaniyên enerjiyê yekser bi hev ve girêdayî ne. Heta ku ji destê me tên em hewl didin çareser bikin, lê mixabin heta niha me çareserî peyda nekirine. Tenê em hewl didin ku bi asteke biçûk projeyan hilberînin ku xizmetê ji saziyên xwe yên stratejîk re bikin. Lê belê pêkanîna van projeyên biçûk jî zehmet e. Ji ber ku amûrên pêwîst li ber destê me nîne. Ew amûr ji welatên derve dikarin bêne peydakirin. Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin ambargoyê de ne, lewma peydakirina wan amûran vê gavê zehmet e. Hesabkirina xisara hatiye kirin niha nepêkan e, lê belê di ser bi milyarek dolarî xisara madî bûye."
LI EYN ÎSAYÊ 300 GUND, LI KOBANÊ JÎ 360 GUND DI TARÎTIYÊ DE NE
Ayşe Nasir bal kişand ser êrîşa 13'ê Çileyê ya dewleta Tirk a dagirker û got, "Sibeha 13'ê Çileyê saet di 04:00 de êrîş li navenda Eyn Îsayê hate kirin. Stasyona elektrîkê ya ku elektrîk dida 300 gundên Eyn Îsayê hate têkbirin. Çend saet piştî êrîşa li Eyn Îsayê vê carê êrîş birin ser stasyona elektrîkê ya li n avenda bajarê Kobanê. Di encama vê êrîşê de jî stasyona elektrîkê ya ku 30 MWh elektrîk hildiberand û dida 360 gundên Kobanê hate têkbirin. Li gel Eyn îsa û Kobanê niha 660 gund di tarîtiyê de ne, bê elektrîk mane. Ji bo sererastkirina stasyonên elektrîkê li ber destê me malzeme nîne."
Ayşe Nasir diyar kir ku piştî êrîşên li ser binesaziya herêmê demeke zehmet li pêşiya xelkê Kantona Firatê ye û got, "Bi derfetê heyî em ê bi rêya jeneratoran elektrîkê bigihînin gelê xwe. Lê belê nepêkane ku ev plan demdirêj û mayinde be. Ji ber ku sotemenî li ber qedandinê ye. Ji bilî vê projeyê alternatîfeke me ya cuda nîne."
Ayşe Nasir ragihand ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re ne û got, "Gelê me wê dest ji berxwedana xwe bernede. Haya xwe jê heye ku derfetên Rêveberiya Xweser kêm in, lê gel wê her tim piştgiriyê bide rêveberiya xwe."