MSD: Li dijî dagirkeriyê em bibin yek

MSD'ê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bê dawîkirin, bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku 'diyaloga neteweyî' pêk bînin.

MSD’ê di salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên dagirkirinê yên li dijî Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşên dagirkirinê yên li dijî Efrînê de dewleta Tirk a dagirker xwest ku Efrîn bibe nuqteyeke şikstinê lê belê gelê Efrînê ew plana qirêj pûç kir û di 58 rojan de îsbat kir ku hêzên êrîşkar nikarin vîna wan têk bibin.

SÛCÊN DEWLETA TIRK: KOMKUJÎ, DESTDIRÊJÎ Û DIZÎ

MSD’ê di daxuyaniyê de got: "Dewleta Tirk di van 6 salan de li dijî şêniyên resen ên mayî sûcên şerî yên hovane yên weke; kuştin, revandin, destdirêjî û diziya mal û milkên wan û talan kirin, dar û berên wan şewitandin, niha jî êrîşên xwe li dijî berhemên welatiyan û binesaziya herêmên wan zêde dike. Ev yek nîşan didin ku Tirkiye dewleteke dagirker, êrîşkar û xwînmij û dizê berhemên gel e."

Her wiha MSD’ê berdewamkirina dagirkirina Efrînê û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê şermezar kir û bang li civata navneteweyî yên weke; Meclîsa Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê û Yekitiya Ereban kir ku rola xwe bilîzin, dagirkeriyê bi dawî bikin, komên alîgirên wê ji herêmê derxin û wan di dadgehên navneteweyî de bidarizînin, her wiha vegereke ewle ji şêniyên resen re dabîn bikin.

BANGA DÎYALOG Û YEKITIYÊ

Di daxuyaniyê de MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê, partî û saziyan kir û got: ‘’Her çi qas nêrînên me derbarê gelek mijaran de cuda bin jî, lê divê em bilez li hember êrîşan û kesên li dijî yekitiya welatî, bi ruhekî berpirsyar ê nîştimanî bi hev re kar bikin û dest bi diyalogeke nîştimanî bikin da ku alozî çareser bibe.’’

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Em di wê baweriyê de ne ku ger em  di şerê qirkirinê yê li dijî gelê Sûriyeyê de nebin yek, em ê têk biçin."